Polîtîk

Tevgerek nû li Bakurê Kurdistanê hate ragihandin

Li Bakurê Kurdistanê gelek siyasetvan kadroyên siyasî herkesek bi awayekî xwe bi rêxistin têxin. Di vê pêvajoyê de hêdî hêdî reng û dengên siyasetê tê zelal kirin. Niha jî li Bakurê Kurdistanê tevgerek din hate ragihandin. Tevgera Demokratîk a Kurdistanê.

Ev jî daxuyania Tevgera Demokratîk a Kurdistanê ye:

JI RAYA GiŞTÎ YA KURDISTANÊ RE

Di 11-12ê cotmehê de Tevgera Demokratîk a Kurdistanê bi beşdariya kadirên siyasî yên ji welatên Ewropa û Kurdistanê civînek berfireh li dar xist. Di civînê de bi awakî giştî li ser tevgera neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê û bi taybetî li ser pêvajoya îro ya ku herêma me û Kurdistan tê de derbas dibe hate rawestandin.

Tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê di gelek waran de, di reweşeke gelek taybetî, dijwar û metirsiyeke mezin de derbas dibe. Îro li seranserê Kurdistanê plan, lîstik û êrîşên piralî û hovane ji aliyê dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ve pêk tên. Di van plan û hevkarîyên dewletên kolonyalîst de rola dewleta Turkiyeyê xwedî cihekî taybetî û piralî ye. Li ser van plan û hedefên dewleta Turkiyeyê, divê bi taybetî bête rawestandin, armanc û hedefên wan yên rastîn bêtir bêne eşkere kirin.

Di demek ku gotûbêjên li ser serxwebûna Başûrê Kurdistanê geş dibûn, destpêkirina van êrîşan gelekî balkêş û manîdar e. Êrîşên li ser Şengal û Kobanê metirsî û taybetmendiyên van êrîşan bêtir derdixîne holê. Şer û berxwedanên li Başûr û BaşûrêRojava`yê Kurdistanê yên li dijî DAÎŞê û parastina axa welatê xwe ya bi mêrxasî, hem bala dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan û hem jî bala dewletên din dikşîne.

Lê bi awakî giştî xeter û metirsiya li ser Kurdistanê û bi taybetî metirsiya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Divê hemû hêz û dezgehên Kurdistanê û gelê Kurd ji bona parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê û berlêgirtina ji nû ve dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê bi berpirsaryarî tevbigerin û bi hemû hêz û îmkanên xwe nehêlin ev êrîş û armancên dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan bi ser kevin. Divê îro ji her demê bêtir partî, rêxistin û gelê Kurdistanê li gel bîr û baweriyên xwe yên cihê, di binê alaya kurdistanê û bi hest û giyanekî netweyî rawestin û mafê serxwebûna Kurdistanê derxînin pêş. Bûyer û rûdanên li Şingal û Kobanê careka din derxist holê ku heta milletê Kurd li ser axa xwe nebe xwedîyê dewletek serbixwe, azad û demokratîk, wê her gav tûşî trajedî, qirkirin û koçberîyên weha bibe.

Ji bo berlêgirtina karesatên weha trajîk û dijwar û bidestxistina mafê neteweyî û demokratîk, divê em bikaribin di warê rêxistinîyê de bersîva pêvajoyê bidin. Lê mixabin, xeta serbixwe û neteweyî, di warê rêxistiniyê de bersîva pêvajoyê nade. Loma jî ev xet, îro ji her demê bêtir pêwîstiya wê bi yekitî û rêxistinîyek neteweyî, demokratîk, girseyî û hevbeş ya kurdistanî heye.

Em dizanin ku pirsa yekitîyê û avakirina partîyek li ser xetek serbixwe, neteweyî, demokratîk û kurdistanî ya hevbeş, pirseke piralî û gelekî dijwar e. Lê li gor me pêwîstiya pêvajoyê, vê wezîfeya dîrokî li ser me ferz dike û heta ku em vê wezîfe û pêdiviyê pêk neynin, dê em nikaribin bi awakî pêwîst mudaxeleyî pêvajoyê bikin û pêşengîya xebat û tekoşîna neteweyî, demokratîk û azadiya milletê xwe bikin.

Ji bo avakirina partiyek eşkere, neteweyî, demokratîk, girseyî, hevbeş û kurdistanî ku bikaribe bersîva pêvajoyê bide, divê hemû hêz, partî û kadirên kurdistanî hewldan, pêwendî û xebatên xwe berfirehtir û geştir bikin. 2014.10.12

Bijî Kurdistanek serbixwe demokratîk û azad!

TEVGERA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ

 

[email protected]

Back to top button