Polîtîk

Rola Spanya di cenga dijî terorê de

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li Xosê Mariya Fêrî sefîrê Spaniyayê yê Îraqê ku, cara yekemîne serdana herêma Kurdistanê dike, kir û rewşa emnî û metirsiya terorîstên DAÎŞ bo ser deverê gotûbêj kir.

Di civînekê de ku, îro roja pêncşemiyê 16.10.2014ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, rewşa Îraq û bi taybetî rewşa emnî li Bexdayê û deverên din yên welêt û metirsiyên terorîstên DAÎŞ bo ser welatên herêmî bi giştî nirxand û sefîrê Spanyayê li hember rewşa aloza emnî li Îraqê dilgiraniya xwe nîşan da û got ku, tevî têkçûna rewşa amnî û nearamiyê li gelek deverên Îraqê,  lê li Hewlêrê rewşeke timam cuda heye û rewş aram û bi îstîqrar e.

Dirustbûna hevpeymaniya navdewletî li dijî terorê û rola Spaniyayê di wê hevpeyvînê di civînê de hat behis kirin û tekîd li ser giringiya berhingarbûna DAÎŞ ji aliyê pêşmergeyê Kurdistanê ve hat kirin û di vî warî de sefîrê Spanyayê eşkere kir ku, parlamentoya welatê wî civîneke taybet li ser vê pirsê saz dike û piştgiriya Spanyayê bo herêma Kurdistan û Îraqê li cenga dijî terorê dupat kir.

Di civînê de tekîd li ser pêşvebirina têkeliyên siyasî û aborî kir û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê bi giringî ve li têkeliyên xwe yên digel Spanyayê dinêre û hêvî kir ku, Spanya rola xwe di cenga dijî teroroê de bilîze û di pirsa koçber û penaberan de jî hevkariya herêma Kurdistanê bike.

Sefîrê Spanyayê got ku, ew dê têkeliyên xwe yên di warê bazirganî û siyasî de digel herêma Kurdistanê ber bi pêş bibin û kompanî û sermayedarên spanyayî teşwîq bikin rû li herêma Kurdistan bikin.

Back to top button