Civak

Koçberên Kobanê diçin Başûrê Kurdistanê

Hatina koçberên Kobanê ji Kurdistana Bakur ji bo Kurdistana Başûr berdewam e.

Di derbarê hatina koçberên Kobanê ji bo Kurdistana Başûr rêveberê asayîşa deriyê sinor yê Îbrahim Xelîl Avdulwehab ihemed  got ku, Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara vekirina sînorê Îbrahîm Xelîl li pêşiya penaberên Kobanî da, hejmareke mezin ji wan penaberan ji Tirkiyeyê berê xwe dane Kurdistanê.

Her penaberekî Kobanî bixwaze bê herêma Kurdistanê sînor li pêşiya wî vekiriye û ji bona derbasbûna wan tenê em tenê li nasnameya wan dinerin.

Back to top button