Mardan brendamê oscar a 2015ê
Filmê Batin Ghobadî ´Mardan´, wek bernamzetê filmê biyanî yê Oscarê hat hilbijartin.
Galaya film di 6´ê Îlonê de di beşa ´Discovery´ de ya Festîvala Filmên Navneteweyî ya Toronto ya 39´emîn cîh girtibû. Piştî nîşandaneke serkeftî, ´Mardan´ ji hêla Komîteya Wezareta Çandê ya Iraqê û bi dengê Wezîrê Çandê jibo Oscarê wek nûnerê Iraqê yê îsal hat hilbijartin.
´Mardan´ di derbarê mirovahiyê de filmekî bi wate û kûr e. Film, Şûna Pêşmergeyekî ku tevahiya jiyana xwe, xwe sûcdar dibîne dişopîne. Di xweza û çiyayên Kurdistana Iraqê de dema li zilamekî wenda digere, bi bîranîneke travmatîk ya zarokatiyê re rû bi rû dimîne.
Her çiqas ´Mardan´ yekemîn filmê metrajdirêj yê Batin Ghobadî be jî, Batin Ghobadî wek derhênerekî xwe di cîhana sînemayê de ispat kirî derdikeve pêşiya me. Kurtefilmê wî yê dawî ´Ji bayê bipirse´ di festîvala Filman a Berlinale ya sala 2011´an de layiqî xelata Crystal Bear hat dîtin, û di festivalên din de jî xelat wergirtin. Kurtefilmên wî yên din ´Helbet Rojekê´ (2002), ´Girtiyê Hûcreya Zîndanê´ (2003) û ´Leşkerê şikestî´ (2004) jî layiqî xelatan hat dîtin.
´Mardan´ li Oscarê di beşa filmên biyanî de dê Iraqê temsîl bike û dê di festîvalên din yên cîhanê de jî were nîşandan. Gelek festîvalê filmên navneteweyî jî dixwazin ´Mardan´ di beşa pêşbirkan de û derveyî pêşbirkan de jî bidin nîşandan.
Traileri Filmê Batin Ghobadî ´Mardan´:
http://youtu.be/UuEUamfpYb8
Jibo bêhtir agahyê di derbarê namzetiya Oscarê de, ji kerema xwe re vê lînkê bitikînin:
http://www.oscars.org/news/83-countries-competition-2014-foreign-language-film-oscarr