Cîhan

Bila arşîvên Dêrsimê vebe

Serokê Giştiyê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu da zanîn ku ”Divê birêz Serokwezîr arşîva bûyerên Dêrsimê veke”. Diyare ku nikare veke ji ber ku ditirse û ne wêrek e.

Meclîsa Partiya CHP’ê bi serokatiya Kiliçdarogluyê civiyaye. Kiliçdaroglu ji berê ya civînê pirsên rojnamevanan pirsand.

Kiliçdaroglu li ser pirsiyarek da zanîn ku rojeva civînê rojeva Tirkiyê ye. Di civînê de li ser mijarên amadekariya hilbijartinê û rapora ciwanan tên nirxandin.

Kiliçdaroglu li ser pirsa ”Gelo di derbarê bûyerên Dêrsimê de pirsên CHP jî heye ? û gelo CHP dikare lêborîn jî bixwaze” wiha bersivand:

Demek berê birêz Serokwezîr wiha digot: Di destê min de li ser bûyerên Dêrsimê gelek belge hene û ezê xuya bikim. Ger arşîvên li ser bûyerên Dêrsimê  vebibe, hûnê jî bibînin raportekî gelek ciwan derkeve holê. Divê Serokwezîr hemî arşîvên Dêrsimê veke. Diyare ku nikare veke ji ber ku ditirse û ne wêrek e.

Kiliçdaroglu li ser pirsa namzetiya parlementeran jî wiha bersiv da: Heta niha li ser vê mijarê gengeşiyek nehatiye kirin, li ser namzetiyê xebatên me didome lê encamek derneketiye holê.

Back to top button