Îroj

25'ê Reşemî

25’ê Reşemî

Di sala 1954’an û di rojekî wekê îroyê de Cemal Abdulnasir bû serok dewletê Misrê.

Cemal Abdulnasir (r.d.b. 15’ê Berfanbar r.m. 28’ê Rezber 1970) Fermandar û iyasetmedarê Misrî. Serokê sosyalîst, şoreşger û neteveperwer. Duyemîn Serok Komarê Misrê (1956-1970). Piştî têkbirina Qraliyetê wekê serokwezîr û serok komarê li Misrê guhertinên mezin çêkir û bi polîtikayên aktîf li ba cihanê Ereban rolekî serokatiyê lihîst.

Cemal Abdulnasir dibistana navîniyê li ba apê xwe xwend. Di van salan de beşdarî xwepêşandanên li dijî Îngîlîstanê bû. Demekî kin hiquq xwend û dû re jî di sala 1937’an de ji Akedemiya Leşkerî ya Qraliyetê mezûn bû. Di Artêşa Misrê de digel Zekeriya Mohyeddin, Abdülhakim Amir û Enver Sedat li dijî desthilatdariya Îngîlîz û têkbirina Qraliyetê rêxistinek bi navê Efserên Azad ava kirin. Di şerê yekemîn ya Ereb û Îsraelê de li Filistinê bû.

Di sala 1949’an de di nava endamên sazûmankarê Komîteya Efserên Azad de cih girtiye. Di sala 1951’an de jî bû serhengê Artêşa Misrê.

Efserên Azad di 23’ê Pûşpera sala 1952’an de darbeyek çêkir û li desthilardarê Misrê bûn. Di Berfenbara sala 1956’an de partiyên siyasî hatin girtin û li ser navê Yekîtiya Azadiyê di nava dewletê de rêxistinên biçûk hatin ava kirin. Di Pûşpera 1953’an de jî Komar hatiye avakirin û ji bo çûyina Îngîlizan peymanek hatiye îmza kirin.

Di bihara 1954’an de Orgeneral Muhammed Necîb ji peywirdariyê hatiye dûrxistin û Cemal Abdulnasir bû Serok Wezîrê Misrê. Di van salan de li dijî Rêxistina Brayên Moselman ewlehiyên giştî stend û bi Make Zagonekî nû pergalekî yek-partiyî hatiye çêkirin. Di hilbijartina ewilînê de ji sedî 99.95 ray stend û bu Serok Komarê Misrê.

Di Kewçera sala 1956’an de li dijî Yekîtiya Îsrael, Fransa û Îngîlistanê serkeftinên mezin bidestxist. Abdulnasir piştî vê bûyerê di nava Ereban de wekê pehlewanek hate nîşandan. Di destpêka 1958’an de di navbera Misr û Suriyeyê de pêşengiya Yekîtiya Komara Erebê dikir.

Di 23’ê Tîrmeha sala 1969’an de li dijî Îsraelê şerekî nû da destpêkirin. Abdulnasir digel vê yekê dîsa di meha Tîrmehê de agirbestek çêkir û Plana Rogersê pejirand.

Abdulnasir bi xebatên kûr û dirêj têkiliyên Misr, Sudan û Lîbyayê xurt kir û gelek car ciyawazî û pirsgirêkên Ereban çareser kir. Dîsa di sala 1970’an de pêşiya şerê Urdun û Filistînê girt.

Cemal Abdulnasir di 28’ê Rezbera sala 1970’an de seat di 17:16’an de ji ber qrîza dil jiyana xwe ji dest da.

Back to top button