Polîtîk

Bila Apo ji Îmralî derêxin

Heftiya borî serokê Iraq a Federal Celal Talabanî hevdîtinek li gel parlementera BDP-ê Leyla Zana  li Silêmaniyê pêkanî. Piştre şandek ya wezareta Derve ya Tirkiye li Bexdayê serdana Talabanî kir. Televizyona IMC di vê derbarê de li gel Talabanî hevdîtinek pêkanî. Di vê hevdîtinê de Talabanî daxwaza ku Ocalan ji Imralî bibin cihek din dike.

Di vê derbarê de Talabanî got: Min dîtinên xwe gihandin birayên xwe yên tirk.Wek dostek kî ku hij ji Trikiye dikim,ji bo aram û rihetiya Tirkiye min daxwaz kir ku li gel Ocalan diyalogê deynin. Apo di zindanê de ye û dixwaze diyalogê deynê. Berjewendiya kurda û tirka di diyaloga gel Ocalan de heye. Şûna ku li wê giravê bisekine, bila li Stanbulê, li Enqere yan jî li deverek din bêxin hepsa malê de.

Talabanî di hevdîtina ku ji kanala televizyona IMC  li gel Ayşegul Dogan kirî dîtinên xwe di derbara hinek pirsan da gotin. Talabanî got: Daxwaziya me ewe ku dostaniya di nav Iraq û Tirkiye de heyî bi hêztir bibe û pêştir bikeve. Divê li hevhatinên stratejîk di navbera Iraqê û Tirkiye de pêşvetir here. Em dixwazim rewşa tevlîhev ya Surî jî dawî werê aşitî û birayetî hebê.

Li ser pirsekî ku ma gelo dê Tirkiye êrîşe Qendîl bike, Talabanî got: Înşallah êrîşek çênabe. Di vê derbarê de Talabanî da xuyakirin ku, hevdîtin di navbera Tirkiye û serokê herêma Kurdistanê de çêdibin.

Back to top button