Polîtîk

Konferansa Kurdistana Tirkiyeyê berdewam e

“Konferansa Kurdistana Tirkiyeyê” ku bi tevlibûna derûdorên siyasî yên kurd, li Amedê dest pê kiribû berdewam dike. Konferansa ku bi pêşengiya KCD, BDP, KADEP û HAK-PAR’ê ve tê organîzekirin li Salona Konferansê ya Otela Grîn Parkê (Class) bi axaftinan didome.

Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tuguluk, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettîn Elçî, Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel, nûnerên partiyên kurdan yên din ji welat û derveyî welat nêzî 182 rewşenbîr, nivîskar û akademîsyen beşdarî konferansê bûn. Di axaftinan de serokên partiyan li ser yekîtiya gelê kurd rawestiyan û xwestin statuya gelê kurd bê naskirin.

Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettin Elçî, diyar kir ku li ser daxazên gelê kurd civiyane û wiha got: “Em wekî konferansa kurdan fikirîn, lê ji ber ku li Kurdistanê gelek netew, civak û nirxên din hene divê em hemûyan biparêzin û pêş bixin. Ji ber vê yekê me navê “Konferansa Kürdistanî” lê kir. 316 sal berê Ahmedê Xanî bal kişandibû ser yekîtiya gelê kurd. Ji wê demê heta niha her tim hewldana gelê kurd a yekîtiyê heye. Dîsa Saîdê Kurdî, diyar kiribû ku kes bi tu awayekî naşibin hev û lê dema du kes bên cem hev dibin komek û hêzekê ava dikin.”

ELÇÎ: GELÊ KURD AZADİYÊ DİXWAZE

Elçî bal kişand ser daxaza gelê kurd û xwest êdî kurd di nava xwe de kom, kes û komikan nexin pêş û yekîtiya xwe ava bikin. Elçî, xwest êdî hemû gelê kurd ji bo yekîtiya xwe tev bigere û li gorî berjewendiyên neteweyî yên hevbeş bibin yek û hêza xwe bikin yek. Elçî, da zanîn ku êdîe gelê kurd dixwaze azad bibe û azadiya xwe dixwaze. Elçî, xwest li ser hemû axa Kurdistanê li yekîtiyê bigerin û wiha got: “Em tu carî azadiya xwe tawîzan nadin. Divê em daxwazên xwe yên azadiyê biparêzin û nirxên li ser herêmê jî biparêzin.”

BOZYEL: TİRKİYE Lİ HEMBERÎ PİRSGİRÊKA KURD XWEDÎ BERPİRSİYARİYÊ YE

Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel jî anî ziman ku li Tirkiyeyê “Konferansa Kurdistanî” pêk tînin û wiha got: “Konferansa kurdistanê ji bo gelê kurd pêngavek dîrokî ye. Kesên ku Tirkiyeyê bi rêve dibin divê êdî çavê xwe vekin û pirsgirêkê baş bibînin. Divê pirsgirêkê li gorî rastiyê çareser bikin. Divê diroka Tirkiyeyê bi înkar û îmhaya gelê kurd di hiş û ramanan de nemîne. Li Tirkiyeyê divê pirsgirêka kurd ji kok ve bê çareserkirin. Pêwiste ku ev pêdivî bi cih bê. Kurd dixwazin li ser erdnîgariya xwe, xwe bi rêve bibin. Yekîtiya kurdan ne avakirina li ser yek bîrozî, al û felsefeyê ye. Civaka kurd ji aliyê civakî, çînî, çandî û aborî jî pir rengîn e. Divê vê rengîya xwe ji aliyê siyasî û civakî de jî nîşan bide. Em ji bo azadî, wekhevî û yekîtiya gelê kurd derketine rê. Dibe ku felsefe û perspektifên me ji hev cûda bin. Lê hedefa me yek e. Divê em li dijî zilmê têbikoşin”

Bozyel, da zanîn ku Barzanî diyar kiriye ku şertên konferansê ji holê rabûye û wiha axivî: “Bê guman ev helwestek xemgîn û neyînî ye. Divê daxwazên gel li ber çavan bê girtin û ev tişt ji bo me nebin asteng. Ji ber ku ev pêdiviyek dîrokî ye. Em bawer dikin ku ji bo pirsgirêk çareser bibin divê BDP vegere parlementoyê. “

Piştî Bozyel, Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî û got ku konferans dê ji bo pêşeroja gelê kurd bibe ronahî. Demîrtaş destnîşan kir ku divê hemû kesên ku beşdarî konferansê bûne bizanibin ku gaveke dîrokî avêtine û wiha berdewam kir: “Heta niha di dîroka gelan de kurd wekî bi pirsgirêkan hatin îfadekirin. Dema ku ku kurd hate gotin pirsgirêka kurd hate fêmkirin. Ji ber ku kurd heta hucreyan hatine parçekirin. Di vê çarçoveyê de divê bê dîtin ku em jî weke gel derbasî dîrokî bibin yêkitiya xwe ava bikin. Gelê kurd ev 200 sal in li mewziyan têk neçûne. An ji ber îxanetên hundir an jî li ser maseyan têk çûne. Îro hebûna kurdan bi têkoşîna hatiye dayîn hatiye qebûlkirin. Êdî bêstatubûna kurdan bi dawî bibe. Bi taybetî jî divê ewil em vegerin eslê xwe. Baweriya me ew e ku divê em di çarçoveya stratejiya neteweyî de bên cem hev.”

Demîrtaş got ku divê yok daxwazên xwe yên hevpar bînin ziman û wiha axivî: “Em dibêjin divê em di çarçoveya stratejiya neteweyî de bêne cem hev. Em ne mecbur in cudatî û rengên xwe biguherînin. Di nava parçeyan de çaresiyên bi statu divê hebin. Em dibêjin divê em di xalên hevpar de bêne cem hev. Li ser daxwazên gelê kurd divê em yekîtiyê ava bikin û vê yekê qebûl bikin. Em bawerin ev konferans dê bibe bingeha Konferansa Neteweyî.”

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) Sînan Çîftyurek jî di axaftina xwe de got ku Tirkiye bi gurkirina şer bingeha şerê herêmê ava dike û armanc ew e ku li Suriyeyê rêvebereyeke nû ya kurd asteng bike. Çîftyurek bilêv kir ku di xalên hevpar de yekîtî pêwîst e û wiha got: “Xala me ya hevpar ew e ku gelê kurd qedera xwe bi xwe diyar bike. Em wekî çareseri dikarin Xweserî, federasyon an jî çareseriyeke din pêşniyar bikin. Lê em hemû dixwazin ku gelê kurd qedera xwe bi xwe diyar bike. Em dixwazin ji bo ku çekên li Qendîlê bêdeng bibe ewil Tirkiye operasyonan rawestîne. Divê dayikên tirk jî helwesta xwe biguherînin. Kurd ev 50 salên dawî ne di dijî dagirkerên bêol û emperyalîstan bi çanda serhildanê li ser piyan sekinî. Îro şunde jî dê yekîtiya kurdan çanda serhildanê derxe asta herî jor. Em li dijî hêzên emperyalîst yekîtiya xwe ava bikin.”

Serokê Tevgera Demokratên Şoreşger ên Kurd (TDŞK) Halîm Îpek jî di axaftina xwe de xwest operasyon bêne rawestandin. îpak bang li hikûmetê kir û wiha got: “Ev konferans ji bo ku guh bidin dengê gelê kurd fersendek e. Divê em birbarbûna xwe nîşanî dewletê û hikûmetê bidin. Hêvîdar im em ê di dawiya konferansê de biryarên girîng bigirin. Ez pêşniyar dikim ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi riyên aştiyane û demokratîk statuya kurdan di makeqanîna nû de bê parastin. Ji ber vê yekê jî 3 daxwazên min ên bingehîn hene: Ya yekemîn qebûlkirina statuya kurdan, ya duyemîn perwerdehiya zimanê dayikê ya sêyemîn jî astengiyên li dijî xebatên siyasê bêne rakirin.”

Konferans piştî axaftinan bi moderatoriya Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu bi axaftinên nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî didome. (ANF)

Back to top button