CivakRojev

Bijîn afirandêrên 8 ê ADARê!

8 ê ADARê roja jinên kedkar, li hember mêtingerîye, binasnameya xwe ya netewî, çînî û jinî; li Kurdistanê, Tirkiye û hemû dinyayê tekoşîna hebûne didin pîroz be.

Di pêvajoya dîroke de  di desthilatdariya mêtinger û  zorkerî de jinên wek camid dihatin dîtin bitekoşînaya ku afirandinî li ser dika dîroke cih girtin. 8 ê Adarê li New Yorkê karkerên cinîn yen jin di raperîna li hember kapîtalîzme de li eniya pêş cih girtin tekoşîna jinan de kevirek bingeh bû.

Afirandina ev kevireya bingeh, nivîsandina nave jine li dîroke, encama dayina bedelên giran ên jinan e (120 jinên karker bi hovane hatin şewitandin).

 8 ê ADARê nave roja berxwedana me ya bo ked, laş û nasnameya me ye.

Ev berxwedan di têkoşîna li hember kapîtalîzme de têkoşîna wekheviye û azadiyeye ya jinên bindest, lê hatin mêtin e.

Li Kurdistan û Tirkiye sala 2021an de mêran 280 jin kuştin, 217 jin bi awayekî guman mirî hatin dîtin. Berpirsiyarê ve kuştaran desthilatdariya siyasî bi gotinên ” jin û mêr ne wekhevin” re li ber polîtîka û gotinên  paşverû, zorkerî vedike û fîtdike ye. Bangawaziya me hamû jinan, werin li hember desthilatdariya AKP+MHP bitêkoşin.

Li Kurdistanê Jinên kurd tehde û mêtingerîye duqat dijîn. Înkarkirina ziman, nasname ya jinên Kurd bandora goçberiye, mirin û xêzaniye bi şêwekî giran dijîn. Şer jinên Kurd tenê nakuje, li hember laşen wan gefdar e û wan biçûkdexe. Lê bele jinên Kurdistanê, digel ve yeka êş û travmaya jiyînî giyana xwe ya raperîner û têkoşîner venemiriye û wê venemire.

Berxwedana di bin rêvebertiya Rosa Luxemburgan, Clara Zetkinan, Leyla Qasiman û Zerîfeyên Dêrsimî ten meşandin bûne aliyekî berxwedana Azadiya netewî û çînî jihevcihênebûn.

Roj; eve ku xwedî li ve mêrate derketine da ku roja Jin di her warî de xwedî mafên xwe derbikefe ye!

Roj; li hember zorkeriya netewî, çînî, zayendî 8 ê ADARê li kolanan, qadan denge xwe bilindkirin, roj; nîşandana bertekek rexistinî  ya jinane!

Bijî 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhane!

Herbijîn yen 8ê adarê afirandin!

Partiya Komunîst a Kurdistan-KKP

Back to top button