Bijî 8ê Adarê!

0
65

Daxûyaniya Partiya Sosyalist a Kurdistanê bi minesebata roja Jina…

Jinên Tekoşer û Cangoriyên Kurdistanê,
Sibê di seranserê dinyayê da jin derdikevine kuçe û kolan û qadan, daku daxwezên xwe giştî û yên taybetî rabigihinin.

Jinên cihanê di 8’ê Adarê Roja Xebat û Hevkariya Jinên Zahmetkêş a Navnetewi da çalakiyên cur bi cur encam didin, daku daxwazên xwe yên rewa bigihinin guhê karbidestan û birûrayê gişti.

Jinên xebatkar û zahmetkeşên Kurdistanê,
Ku sibê derketî kuçe û kolanan;
Daxwaza wekheviyê bike,
Daxwaz bike, ku jin êdi nekevine êrîşên cinsi,
Bi hevra dengê xwe dijî tundutijiyê mêr û dewletê bilind bike,
Li hemberê sîstema mêrsalariyê derkeve û daxwaza wekheviyê di hemu waran da bike,
Dijî şer û pêvçûn, militarizê kirina welatê xwe derkeve,
Ji PKK bixwaze ku agirbest rabigihine,
Ji dewlet bixwaze, ku dev jê operasyona leşkeri û çêkirina bingehên serbazî berde, rê ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê veke, dijmintî û siyaseta êrîşger berde û rêz li vîna perçeyên dinê Kurdistanê bigre û ligel wan pêyvendiyên baş deyne.

Xwişk û daykên gedirbilind,
Sala 2019 Sala Zimanê Zikmaki ya Navnetewi ye.
Di çalakiyên 8’ê Adarê da dijî zordariya li ser ziman û çanda Kurdî derkeve.
Sibê daxwaz bike ku bi hemu zaraveyên xwe ve zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermiyê.
Bi henceta 8’ê Adarê va, em carekî dinê ji we daxwaz dikin, ku di hemu jiyanê da zarokên xwe bi ziman û çanda me ya şirin perwerde bikin.
Em 8’ê Adarê li jinên seranserê cihanê, li daykên şehîdan, li jinan, ku ji ber bir û baweriya xwe di zindanê da ne, li Pêşmergeyên jin pîroz dikin.

Bijî Xebata Jinên Kurdistanê Ji Bona Aşitî, Azadî û Wekheviyê!
Bijî 8ê Adarê!
07 Adar 2019
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Nerîna min :