Civak

Biherêmbûna wîlayetên Îraqê berfireh dibe

Civata wîlayeta Diyalayê duhî di civîna xwe de bi piraniya dengan biryar de ku wîlayeta Diyalayê bibe herêmeke serbixwe.

Li ser navê civînê, civata wîlayeta Dîyalayê nameyek fermî ji serokatiya hikûmeta Îraqa federal re şandiye û tê de daxaz kiriye ku hikûmeta Îraqê biryara wan pesind bike.

Li dor vê pirsê Rasim Elegîdî rawêjkarê civata wîlayeta Diyalayê di preskonferensekê de got:

Civata wîlayeta Diyalayê di civîna xwe de bi piraniya dengan biryar da ku wîlayeta Diyalayê ji aliyê îdarî û abûrî ve bibe herêmeke serbixwe.

Her li ser vê meseleyê Ziyad Ehmed endamê civata wîlayetê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:

Dengdan li ser pirojeyê biherêmbûna wîlayeta Diyalayê ji aliyê îdarî û abûrî ve, li ser daxaza şêx, serokeşîr û kesatiyên rewşenbîrên wîlayetê bû. 

Ehmed got ku ji bo pesindkirina wê biryarê, civata wîlayeta Diyalayê bi awayekî fermî nameyek ji serokatiya hikûmeta Îraqa Federal re şandiey. Lê endamê civata wîlayetê yê ser bi hevpeymaniya Kurdistanê diyar nekir ka gelo hevpeymaniya Kurdistanê deng ji bo pirojeyê biherêmbûna Diyalayê da yan jî dij bûne?

 

Weke tê zanîn li gor madeya 119ê a destûra Îraqê ya bingehîn her wîlayetekê yan zêdetir ji wîlayetekê mafê pêkanîna herêmên serbixwe heye, ev jî bi du rêyan dibe:

Li ser daxaza 1/3 endamên meclisa wîlayetê yan ew wîlayetên daxaza pêkanîna herma serbixwe dikin-

Li ser daxaza 1/10 dengê dengderên wîlayetên daxaza pêkanîna herêmên ser bixwe dikin.

 

Helbet berî heyamekî civata wîlayeta Selahedîn û Enbarê  jî daxaza pêkanîna herêmên serbixwe kiriye.

Ev daxaz mafek destûrî ye, lê gelo biherêmbûna wîlayetan ji bo kurdan û herêma Kurdistanê başe yan nebaş e?

 

Nûçeya peywendîdar:

https://rojevakurd.com/politik/8775-Selahedn-xwe-weke-hermeke-serbixwe-lan-kir.html

 

Rojevakurd
Back to top button