YNKê Yekgirtu rexne kir
Duhî roja 11-12-2011ê biryar bû Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê, ji bo gotûbêjkirina bûyerên vê dawiyê yên bajarê Zaxoyê li ofîsa taybet ya Elî Bapîr emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê, ku ew bixwe bi navbeynkariyê rabibû, bicivin. Lê di deqîqeya dawiyê de Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê a bi serokatiya Behaedîn Selahedîn ji biryara xwe poşman bûn û beşdarî civînê nebûn.
Li ser vê helwesta neçaverêkiriya Yekgirtuya Îslamî, ofîsa ragehandinê ya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê, Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê rexne kir û got ku nabe Yakgirtu ji bo civîna şertên pêşwext hebin, ji be rku şertên pêşwext dê astengiya li pêşiya pêkanîna civînan ku, di vê qonaxê de hemû aliyan pêwîstî pê heye, çê kin.
YNK di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Me pê xweş bo ku civçîn bê rêgirî pêkbihataye, çunkî danûstandin û lihevtêgihiştin ,ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, rêya herî başe. Bi taybetî çareserkirina aloziyên vê dawiyê yên devera Badînan.
– Rêgirtin li pêşiya sazkirina civîneke wesa giring, bi her bihaneyekê be bila bibe, karekî şaş û ne rewaye û xizmeta normalkirina rewşê nake, lê pirsgirêkan aloztir diek.
Mekteba ragehandinê ya Yekêtiya Niştimaniya Kyrdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje pêwîst bû, ku her şert û daxazeke Yekgirtuya Îslamî hebaye di civînê de rû bi rû pêşkeş bikrana.
Weke tanîn piştî bûyerên Zaxoyê, Elî Bapîr emîrê Kolela Îslamiya Kurdistanê ket tevgerê ku PDK û YÎK bi hev re bicivin. Her du alî jî daxaza Bapîr qebûl kir û biryar dan, doh roja 11-12-2011ê li ofîsa Elî Bapîr bicivin. Şandeya PDK di demadiyar kirî de li cîyê civînê amade bû, lê şandeya YÎK amade nebû, kl dor neamadebûna şandeya YÎKî Elî Bapîr got: ”Biraderên Yekgirtu ez şermezar kirim, min bawer nedikir ew amade nebin, ji be rku wan tu şertên pêşwext nebûn.”