Bi yekitiyê rojavayê Kurdistanê dibe xwedî statû
Bûyerên ku rû didin rojavayê Kurdistanê ber bi pêvajoyek nû ve dibe. Wek tê zanîn eve demeke bi hewldanên welatên hevpeymanî û taybet Amerika û Fransa aliyên siyasî ji bo pêkanîna tifaqekî hevdîtina dikin.
Hevdîtin di navbera ENKS û PYDê de bi amadebûna Amerika û HSDê encam didin. Heta wek niha çend civîn di navbera herdu aliyan de pêkhatine û berpirsên ENKSê û PYDê di derbarê naveroka civînan de peyamên erênî didin. Lê behsa hurgûliya naveroka civîna nakin.
Tişta ku vekirî dixweyê bi yekitiyek her cureyek di navbera van herdu hêzan de dê desteftiyek mezin li gel xwe peyda bike. Ya herî girîng ewe ku dê statuyek a rojavayê Kurdistanê bête destxistin.
Tê zanîn ku heta wek niha dema behsa Suriyek a nû dikin daxwaziyên tu aliyek Kurd gelek berbiçav nayê girtin û dê wek cografik tu desthilatdariya Kurda li rojava nebê. ENKS di nav muxalefeta Surî de hewldide ji bo hinek destkeftiyan pêkbîne, lê ew yek jî ne gelekî zelal e. Ji ber ku di pirsa Kurdistanê de tu cudahiyên mezin di navbera rejimê û muxalefeta Surî de nayên xûyakirin.
Li suriye du hêzên ku bandore li pêşeroja vî welatî bikin hene. Rusya û Amerika. Rusya pişgiriya rejima Esad dike. Rusya dixwaze hêzên kurdî jî pêşerojê de bibin beşek ji hêzên hukumeta Suriye . Rusya naxwaze herêmek ku di bin desthilatdariya Kurdan de çêbibe.
Li himber Rusya Amerika û hêzên hevpeyman dixwazin herêmek ku rêveberiya wê di bin desthilatdariya hêzên Kurdistanê de hebe û cureyek federalî li Suriye pêkwerê.
Lê rewşa Kurda îro destnade vê yekê. Ji ber ku yekitiyek û tevgerek hevbeş di nava kurdan de tuneye. Yekitiyek di navbera ENKSê û PYDê de dibe sedemek bingehîn hinek destkeftî destve werin û leyiztiken hinek aliyên ne xêrxwaz jî di derbarê rojavayê Kurdistanê de têkherin.
Niha hêviyek ji bo yekitiyekî li rojavayê Kurdistanê peydabûye. Wek tê zanin di çavderiya serok Barzanî de 3 cara ENKSê PYDê li hevkirine û peyman îmze kirine. Hewlêr 1,Hewlêr 2 û peymana Duhok. Lê yek ji wan jî li ser erdê bi cih nebûye û neketiye jiyanê. Bê guman sedemên ku ev peyman serneketine gelekin. Lê ev yek ne babetê ku niha bê gotubûj kirine.
Vê carê bi çavderiya Amerika û dewletên hevpeyman li ser erdê dikare hevkariya herdu aliyan bêxe jiyanê de. Gelek aliyên siyasî benda encamek erênî ne. Lê tê zanîn ku hinek hêzên ne ji rojavayê Kurdistanê naxwazin bandora xwe li rojava winda bikin û ji bo vê yekê jî gelek bi erênî li van hewldana narênin.
Lê yekitiyek di navbera aliyên siyasî li rojavayê Kurdistanê ji bo berjewendiya rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd pêwiste.
Gelê kurd li Suriye xwediyê bingehek siyasîyê niştimanperwere. Ji bo vê eger hêzên ne ji rojavayê Kurdistanê rolên xirab neleyzin û nebin astenga tifaqê, dê ev tifaq serbikeve û rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statuyek siyasî.
Nûçe/Analîz