Polîtîk

Amerîka dixwaze Heşda Şe’bî û Da’îş karên yekemên Kazimî bê

Piştî wergirtina baweriya kabîneya Mistefa Kazimî Wezîrê Derveyê Amerîka li peywendiyekî telefoniyê da ji bilî pîrozbahiyê mizgîniya ewe jî bi Kazimî ragihand ku Amerîka heta 120 rojan ji bi Iraqê kirîna kehrebe ji Îranê dirêj kir.

Wekî Wezareta Derve dibêje: Ev hengava Amerîka ji bo eweye alîkariya Hikumeta Iraqê bike ku ser bikevê. Serheng Hemeseîd Birêveberê Programa Rojhilata Navîn li Peymangeha Aştî ya Amerîka got: Amerîka dixwaze Kazimî bikarê asayîş û aramiyê ji bi Iraqê dabîn bike heta ku carekê din hêzên Amerîka û dîplomatkarên Amerîkî rûbirûyê êrîşê nebin.

Bi raya Birêveberê Programa Rojhilata Navîn li Peymangeha Amerîkî, Amerîka dixwaze karên herî pêş yên Kazimî ewe bê ku “Ew hêzên Heşda Şe’bî û ewên li derveya Heşda Şe’bî da ne nebin metirsî li ser serbazên Amerîka û dîplomatkarên Amerîka”.

Her wiha Serheng Hemeseîd dibêje: Karên pêşîn yên dinê Kazimî bi nêrîna Amerîka ve pirsa xwepêşanderan û hilbijartina paşarojê ye. Hilbijartinek ku “bi awayeke dirust û azad bê kirin”.

Berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje: Pirsekî dinê girîng ji aliyê Amerîka ve ji bo Kazimî ewe “Bi hemû enerjiya xwe ve Iraq dawiya şerê Da’îşê bîne ku tenê ewên ku mane û êrîşan encam didin ew nîne. Wekî mînak 30 hezar Iraqî li Sûreye hene li kempa Hol da. Ew

Back to top button