Nivîsar

Bi Silêmanî kirina Dihokê

Xwepêşandana mamostayan ya bi piştevaniya rikeber û bi taybetî jî Yekgirtiya Îslamî li Dihokê û hinek navçeyên dinê Behdînan, mîlade û eve li Kurdistanê da yekemcare, nerazîbûnê beramber Hikumetê li Silêmaniyê ve serî hilnade û li Dihok ku sê li ser çarê dengderan ya partiya hakimin têne ser kolanan.

Li daxuyaniyên Parêzgerê Dihokê gelek balkêş bûn, xwepêşandan û piştgîrîkirina partiyên rikeber li xwepêşanderan weku tawanek wêne kir! Dibe ku yasaya xwepêşandan û kombûnên girseyî nexwendibê ku li Parlemena Kurdistanê derketiye û bi taybetî jî ew birgeya ku pêwiste bi muhlet danê. Êdî eger Kurdistan li rewşa neasayî da bûya, hemû tebrîr qebul bûn, lê belê madem Parlemen kar dike û dicive ku wate hemû tiştek asayiye!

Eger caran Silêmanî karvedana Yekîtiyê bûbê, vê carê Dihok jî karvedana PDK ye bi taybetî jî ku PDK piştî lehiya îsal helwesta xelkê Zaxo jî dît ku amade nebûn hevkariya mirovî jî werbigrin! gotin em sedeqe naxwazin…

Tişta balkêş ewe ye ku qet PDK bi wê hemû nifûs û pêşeroja xwe li Silêmaniyê nekariye bibê xwediyê bereyekê nerazî ya wê deverê, lê YNK dikarê li Behdînan ewe bike, ku wate Kela mehkem nîne. Wekî çawa hemû Soraniyek ne YNK ye, wateya wê ewe hemû Behdîniyek jî PDK nîne.

Bi destê te de nîne nukte û pêkenokê kabirayê Amerîkî û Rûsî bîra mirov dikevê, Amerîkî: Em ewqas azadîn li ber Koşka Spî dijûna bi Serokê xwe dikîn, Rûs: Em jî ewqas azadîn li ber Kremlin dijûna bi Serokê Amerîka didîn! Heft mehe piştevaniyê li xwepêşandanên Bexda dikîn û hêzên emniyên wan şermezar dikên. Farisan xweşik gotine:”Mirîşka cîranan Qaze!”

Rêbwar Kerîm Welî

Back to top button