Bahçelî bê bextiyê dike
Di navbera serokê MHPê Devlet Bahçelî û Partiya Paşerojê (GP) de şerê medyayî destpê kir. Bahçelî daxûyaniyek a xwe de dibêje ku: Li herêma rojhilat û rojhilatê başûr (behsa devera bakurê Kurdistanê dike) kasî 25-30 kesên siyasetê dikin û nêzikî PKKê ne wek damezerê Partiya Davutoglu ne, pirsgirêka bingehîn ev e.
Cîgirê serokê Partiya Paşerojê Selçuk Ozdag bersiva gotinên Bahçelî da û got: Tu rastiya îthamên Bahçelî tuneye. Ozadag bersiva serokê MHPê de dibêje: Daxûyaniya Bahçelî ne raste, tifaqa reisêcumhur winda dike, dema berbi windakirinê vê diçin dest derewa û bêbextiya dikin.Eger di destê Bahçelî de hebin bila eşkere bike. Em lidijê PKKê ne û li dijê FETO yê ne jî. Ev dixwazin rojeva Tirkiye ya heyî biguherin.Hêdî nikarin rêveberiya dewletê bikin.Rojeva Tirkiye ekonomiye, bê karî û feqîriya xelkê ye. Li himber tengasiya ketinê de, hewldidin muxalefetê bikin pozisyona xwe parastinê de.
Ozdag berdewamiya axavtina xwe de dibêje ku, hêdî ew jî têgihan ku cardin serokkomariyê destvanaynin. Ji bo wê jî êrîşê partiyên din dikin. Partiya me roj bi roj pêşve dişe hewldidin pêşiya me bigrin.