Cîhan
Bi şer û hevçûn destûra nû tê gotubêj kirin
Di parlementoya Tirkiye de guhertina destûra nû tê minaqeşekirin. Xalên destûrê yek bi yek tê gotubêj kirin û dawîyê de ji bo her xalekî dengdan tê kirin.Heta niha ji 18 xalan 5 xal hatine gotubêj kirin û dengdan. Her dawî xala 5ê hate dengdan. Di dengdanê de heta niha her pênî xal jî zêdeyî 330 dengan hatine pejirandin.Lê dengdan û gotubêj bi hesanî nabin. Parlementer di derbarê hevdê bi tundî diaxivên, hakaretê li hev dikin û hevûdin bi tiştên xirab îtham dikin.Dema gotubêj tên kirin piraniya cara şer derdikeve û parlementer bi kulm û pehîna li hev dikevin. Dixweyê dê ev destûr bi xir û cir bê dengdan . Dawiyê de dengdan li ser hemû xala tê kirin û divê 330 deng bîne dayîn ji bo bikaribin li ser destûra nû refarandumê bikin.