Bi sedan bûyer hene divê Tirkiye doza lêborînê bike

0
10

Ji Rojnama Tarafê Neşe Duzel li gel cîgirê serokê Ak Partiyê yê berê Dengir Mir Firat hevpeyvînek kir. Firat di derbarê rojeva siyasî û siyaseta Erdogan û pirsa kurd de dîtinên xwe gotin.

Me beşek taybet ji vê hevpeyvînê wergerand kurdî û em ji bo xwendevanên Rojevakurd diweşînin.



Beşek ji hevpeyvîna Neşe Duzel li gel Dengir Mir Firat:

 

Daxuyaniya serokwezîr ya di derbarê Dersimê de û doza liborînê kir, hun vê çewe dinirxînin?

Sala 2005-ê li Diyarbekirê serokwezîr di axvtina xwe de got: “ Ez dizanim ku gelek neheqî bûne. Ji bo vê yekê ez doza liborînê ji hevwelatiyên me yên kurd dikim.“ Lê ev daxuyaniya dawî gelek girîngtire û ev dibe qonaxek din. Ev cara yekeme cumhuriyeta Tirkiye bi dîroka xwe re rûbi rû dibe. Divê ev daxuyaniya serokwezîr bê pîroz kirin, gavek gelek bi cesarete. Lê tiştek din heye ku, Dersim yek ji van bûyeran e. Bi sedan bûyer hene ku divê Tirkiye doza lê bûrînê di derbarê wan de bike.

Çi bûyerên bingehîn hene ku divê dewlet doza lêborînê ji bo wan bike?

Ez pirtukek diyarî bidim we. Em bi hevre li vê pirtukê binêrin.Serfermandariya hêzên çekdarên tirk bi navê “ Îsyanên Kurd“ ev pirtuk ji belgeyên xwe weşandiye. Ev belgeyên fermî yên serfermandariyê ne.

Ev belgeyên wan bi xwe ne?

Belê. Gelek balkêşe sala 1946-ê serfermandariyê hinek daxuyanî belav kirine. Û gotiye  ku: “ Heta niha ev buyer bûne û li himberê wan ev tişt hatine kirin,lê dê ji hir pêde jî bêne kirin“ Ji bo bibe îbretê alem ev daxuyanî belav kirine. Behsa îsyanên kurda û hereketên leşkera dijê wan kirîn dike. Lê piştî demekî serfermandariyê ev pirtuka xwe û daxuyaniyên xwe qedexe kiriye. Her tim tê gotin ku nêzikî 40 îsyanên kurda hene..pirs ev e..

 Yanî evkas îsyan çênebûne?

Na. Heta cerekî Demirel dibêje: “ Berê 40 îsyanên kurda çêbûne, emê îsyana dawî jî xilas bikin“
Lê em di belgeyên serfermandariyê de dibînin ku ev îsyan tunene. Hereketa “Tenkîl“ ê li dijê kurda heye.

Tenkîl çîye?

Tefisandin, tunekirin û sergom kirine.Gelek bûyer hene ne îsyanin Reşkotan , Raman , Bişar, Oramar û gelek wek van ne îsyanin.
Ev hemî Tenkîlin yan xilaskirine. Ji xwe dîroka kurdan de du îsyan hene yek Îsyana Şêx Seîd duyem jî îsyana Agri ye.

Başe hun di van belgeyan de çi dibînin?

Li gora van belgeyan kurd civatek wek heywanane û li piştî çîyan wek keriyeke ku nizanin medeniyet çîye. Ev belge dibêjin ku tişta tenê kurd dizanin kulmek genim û kulmek direh(garia) e.

Di dema yek partiyê de ev belge hatine girtin û hemî operasyonên dewletê di van belgeyan de hene.

Di dema cumhuriyetê de hinek hereketên herêmî jîhene?

Belê. Mesele 33 kes dane ber fîşekan û kuştine.80 kes bi komî hatine kuştin. Gelek operasyonên herêmî bi vî awayî hene. Pirsa Karakopruyê heye, parlementoyê di vê derbarê de lêpirsîn kiriye.

Erdogan vekirina kurd destpêkir,lê dixweyê devjê berda. Çima devjê berda?

Gotina vekirina kurd çewt bû.Vekirin ji xwe 2003-ê destpêkirîbû.Tişta pêwîst ne navkirina pêvajoya demokratîk bû, pêşxistina wê pêvajoyê bû.

Ez jî vê pirsê dikim. Ji bo çi ev nehat kirin?

Ji ber ku hukumetê pirsa kurd û ya PKK-ê wek pirsekî dît.Eve demeke dirêje PKK vê pirsê heve girêdide û pirsakurd ji xwe wek pirsa PKK-ê formule dike. Gelek balkêşe ku hukumet û dewletê ev yek welê qebûl kir. Lê li Tirkiye du pirsgirêk hene.Yek pirsa hevwelatiyê, duyem jî pirsa PKK-ê. Pirsa kurd pirsa hevwelatiyê ye.Li Tirkiye di vê derbarê de sistemek du alî heye. Hevwelatî hene û yên tabiê wan hene. Tirk hevwelatîne û kurd jî tabiê wane.Pirsa kurd pirsa wane ku yên wek tabie têne dîtin. Ev herdu pirsgirêk çareser bibin herkes dibe hevwelatî û pirsa kurd jî namîne.

Baş e pirsa hevwelatiyê bête çareserkirin, pirsa PKK-ê jî çareser dibe?

Dikare ku çareser nebê. Bila hemî qedexekirin rabin,mafê kurda bidin wan lê hingê jî PKK dikare bije “ serokê min azad bikin yan jî herêmek otonom bidin min“

Azadkirina Ocalan ne pirsa kurda teva ne?

Belkî pirsa aliyekî belê ne pirsa hemî kurdan e. Lê ne pirsa min e.Daxistina PKK-ê ji çiyan ne pirsa hemû kurdane. Divê ji berî her tiştekî pirsa hevwelatiyê bê çareserkirin. Pirsgirêka cumhuriyetê ya bingehîn eve. Pirsa PKK-ê başqeye. Li gel wê jî bi siyaset bi çek xebatê dikî û li ser masê jî rûdinî.

Hun kesayetek gelek nêzikî serokwezîrbûn.Dixweyê Erdogan ji kurdên nêzîkê xwe jî dûr ketiye.Kesek li dora Erdogan heye ku hestên kurda ji bo bêje?

Kadroyên rawêjkar hene.Ez nebawerim kurd di nav van rawêjkaran de hebin.Kesek dikarê di vê derbarê de perwerdeyek baş hebê û pisporbe, lê ev têrê nakê divê ew hestên wî yê kurdeyatî hebê ku bikaribe rastiyê behtir bibîne.Ez dibînim ku divê birêz serokwezîr ji hinek kurdên ku vê pirsê dizane jî bibîne û fikrên wan bistîne.Ew dikarin çareseriyê peyda bikin.Lê ev jî teqdîra wan e. Ez ji bû vê rexne nakim.

Neşe Duzel/Rojnama Taraf

Werger: Rojevakurd

Nerîna min :