Polîtîk

Çalakiyên şanda kurdên Suriye li Misrê

Encumena Nistimanî ya kurdên sûrî

Heftiya bûrî şandeke Encûmenê Niştimanî ya Kurd li Sûeya, li Qahîra paytexta Misrê dest bi hevdîtinan kir..Ev şand ji aliyê komîta rêvebir ya Encûmenê hatibû destnîsankirin, û pêk hatibû ji Kamîran Haco, Hemîdê Hecî Derwês, Sededîn Mela, Kamîran Hac Ebdo, Welîd Sêxo û Telal Brahîm Pasa..

Erkên sereke yê vê şandê ew bû ko ji bo kongra rêkberiya siyasî sûrî ya ko ji aliyê lîga erebî ve hatibû pêşneyarkirin, têkiliyê li gel serokê lîga erebî bêne danîn, û bi hêzên rikberiyê jî têkilî pêk bên ji bo kongre û herweha ji bo şirovekirina daxwazên miletê Kurd ko encûmenê di kongrê dawî de destnîşan kiribûn..

Roja 22/11 şanda Encûmenê li gel serokê lîga erebî Nebîl Elerebî re dîtinek pêk anî. Ev dîtina yekem bû di dîroka kurdên sûrî de ko li gel lîga erebî pêk tê, loma wateyeke xwe ya dîrokî hebû.

Balkêş bû ko haya serokê lîga erebî ji rewşa kurdên Sûrî bi carekê nîne, loma şandê bi giştî li ser rewşa ko miletê kurd li Sûriyê tê de derbas bû û rewa nû rawestiya û şirovekir.

Paşê li ser damezrandina Encûmenê û nûnertiya wê ya piraniya miletê kurd çi ji partî û rêxistina, çi jî ji xortan û serbixweyan.

Şandê paşê diyar kir ko ew daxwazê ji lîga erebî dike ko bê naskirin ji aliyê wan ve û di hemî çalakî, kongre û civînên li ser Sûrya bibin bê vexwendin da ko rola xwe di rewşa welatê xwe de bileyze weke parçeyek ji tevgera siyasî Sûrî.

Ji aliyê xwe ve serokê lîga erebî kêfxweşiya xwe diyar kir bi vê hevdîtinê û soz da ko tu civînên rikberiya siyasî Sûrî nabin ko Encûmen jî ne di nav de be.

Roja din şanda encûmenê çû serdana partiya Elwefd ya misrî, li wir jî li ser pêşeroja Sûrî û rewşa kurdan axaftin hate kirin, herweha li ser rewşa Misrê jî û hilbijartinên wê agahdarî ji aliyê partiya Elwefid axaftin bû.

Ji aliyê xwe Elwefid soz da ko bi her awayî piştgîrî û alîkariya kurdan bê kirin.
Ji bo hevdîtinên bi rikberiya siyasî Sûrî re, şanda kurdî bi Encûmena Nistimanî Sûrî re, û komîta kordînasiyonê re û bi birek ji siysetmedarên Sûrî re hevdîtin pêk anîn.

Di encama van dîtinan de, biryar hate standin ko Encûmena Niştimanî Kurdî bibe beşek ji komîta amadekar ji bo kongrê rikberiya siyasî Sûrî ko wê li Qahîra di bin sêwana lîga erebî de, di rojên bê de pêk bê.

Ji xwe ji biryarên Encûmena Kurdî ko di 26/10 li welêt hate damezrandin, ew bû ko mafên netewî yê miletê Kurd di destûrê de bêne naskirin li ser bingeha mafê çarenûsî, û netewa Kurd weke netewa diwem li welêt bê nasîn û çareserkirineke dêmokrat û dadwer ji pirsa kurdî re.

Ev daxwaz wê ji hêzên siyasî rikber re bêne pêskêşkirin û li gor nêzîkbûna van hêzan ji van daxwazan re wê helwesta kurdan di karê hevbesş de bi van hêzan re bê xuyakirin..
Şanda encûmenê ev yek di hemî hevdîtinên xwe de zelal kir, û herweha nîşan kir ko çareseriya pirsa kurdî pîvan e ji dêmokrasiya ko ji Sûriyê re tê xwestin..

Rojevakurd

Back to top button