
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, civînek li gel partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê pêkanî. Sancar piştî civînê daxûyaniyek da çapemeniyê.
Hevserokê HDPê Mithat Sancar îro li Amedê bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re civiya û paşê daxuyaniyeke da çapemeniyê.
Serokê Giştî yê PDK Tirkiye Mehmet Emin Kardaş, Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak, Hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDPê yên Amedê Îmam Taşçîer, Semra Guzel, Nusrettîn Maçîn, Serokê Şaxa Amedê ya HDPê Zeyat Ceylan, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Endamên Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alî Haydar Furat û Vedat Dede, Serokê Partiya Mirov û Azadiyê (PIA) Mehmet Kamaç û hejmarek kesên din beşdarî civînê bûn.
Sancar da xûyakirin ku, kir armancên tifaqê di çarçoveya Partiyên Kurdistanî de di qonaxek nû de ne û got: “Em dixwazin tifaqeke berfireh pêk bînin. Armanca me ya avakirina tifaqa herî mezin a niha di qonaxek nû de ye. Berî her tiştî em dixwazin bingehên partiyan çareser bikin. Bi partiyên siyasî re jî hevdîtinên me hene. Me heyet şand 4 partiyên dijbereyê.”
Hevserokê Giştî yê HDPê destnîşan kir, ku li Tirkiyê desthilat mana xwe di şer de dibîne û tekez kir, ew dixwazin li hember wê yekê eniyeke aşitiyê ava bikin.
Sancar herwiha da xuyakirin, HDPê projeyek heye ji bo avakirina hevpeymaniya aştî û demokrasyiyê.
Nav Tifaqa Kurdistani ye
lê tu daxwaziyên Kurdistanî nadin pêş. Herweha piraniya van partiyên ku navên wan derbas dibin di çerçoveya siyaseta PKKê de tevdigerin.