Firokeyên şer ên Tirkiyê îro çend deverên li sînorê navçeya Mawet a li bakurê Silêmaniyê bomberan kirin.
Qaymeqamê Navçeya Mawet Kameran Hesen li ser vê mijarê ragihand; firokeyênTirkiyê îro înê 15ê Cotmeha 2021ê di demjimêr 10:40î de derdora gundê Kiwêrekan ê li sînorê navçeya Mawet bombebaran kir.
Kameran Hesen destnîşan kir ku gundê hatiye bombebarankirin, 5 kîlometre ji gundê Gelale yê navçeya Mawet dûr e.
Li ser ziyanên ji ber bombebaranê, Qaymeqamê Mawet li ser rûpela xwe ya facebookê eşkere kir ku şêniyên gundê Gelale û deverên derdora wî, bi silamet in.
Îro beriya nîvro firokeyên Tirkiyê bi tundî çiyayên Asos û Sefre jî bombebaran kir.
Ev bombebaran di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê ji naverasta îsal ve du operasyonên serbazî yên berfireh bi ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê de daye destpêkirin, ku çendîn sal in li wan deveran çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hene û ji ber vê yekê ew dever ji xizmetguzariyan bêpar mane û şêniyên wan jî aware bûne.