PolîtîkRojev

Ji bo cîbicîkirina madeya 140 yekrêziya navxwe ya Kurdistanê pêwîst e

Piştî civîna Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serperiştiya Serok Barzanî, daxuyaniyek hat belavkirin û hat diyarkirin ku PDK pêngavên pêwîst ên ji bo hemahengî û hevfêmkirin û hevpeymaniyan dinirxîne, bi awayekî ku di xizmeta welatiyên Iraqê, bi taybetî jî di xizmeta welatiyên Kurdistanê de be.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku îro 14ê Cotmeha 2021ê bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî civînek hat kirin û di civînê de spasî û pêzanînên ji bo cemawer û kadro û endam û xelkê xweragir ê sînorê Kerkûk, Şingal, Xaneqîn, Mexmûr, Zumar, deşta Neynewa  û hemû deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê ji bo piştevaniya wan a mezin hat nîşandan.

Herwiha di civînê de spasî û pêzanînên ji bo berpirs û kadro û cemawerên hemû organên PDKê hat nîşandan, ku ji bo serkeftina namzedên partiyê û serxistina proseya dengdanê bi dilsozî û bêwestan xebitin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Iraq di qonaxeke hestyar re derbas dibe û partiya me di wê baweriyê de ye ku hikumraniya Iraqa Federal pêwîstiya wê bi rêkxistineke serdemî heye, da ku bikare di asta daxwaz û xwestekên hemû pêkhateyên xwe de be û kêşeyan çareser bike.”

Herwiha hatiye destnîşankirin: “Çareseriya kêşeyan bi rêya destûrê, dê bibe sedema seqamgîrî û aştiya civakî, bi taybetî jî cîbicîkirina madeya 140 a destûrê û yekalîkirina hemû kêşeyên çaresernekirî yên navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêmê, ji bo vê mebestê jî, yekrêzî û tebayiya navxwe ya Kurdistanê pêwîst e û bi hev re karkirin û parastina berjewendiyên me yên bilind ên netewî û niştimanî û bidestxistina mafên pêknehatî, erkê me hemûyan e.”

Back to top button