Bi jiyana xwe xeta netewî avakir…
Di rojek wek îro de bi minasebeta koça dawî ya Barzaniyê nemir, wate ewe ku bi rêbaza wî ya pîroz têbigihin û li gora wê jî di siyasetê de tevbigerin.
Dara Bilek
Bê guman gelek gotin hene ku mirov li ser jiyan û xebata siyasî ya Mistefa Barzanî bêje, Barzani ew kesayete ku temenek bi tenê rêya destxistina mafê rewa yê neteweyê kurd de derbas kir. Ji xwe tişta ku Barzanî gihand merteba Serokê Netewî , ew bû ku bê yek demjimêrî berjewendiyek xwe şexsî nefikirî hemû jiyana xwe ji bo kurd jiyanek azad bijîn Terxan kir.
Barzanî bi kesayeta xwe ya berz, pêşmergetiya xwe ya serkeftî, zanebûna xwe ya siyasî, naskirina civata kurd bi kûrahî,rêvebirina diplomasiyek bi hêz û ji hemûyê girîngtirîn hijêkirina wî ya kurd û Kurdistanê bû bingehê Rêbazekî ku miletê kurd pê bighê mafên xwe yên rewa.
Taybetî di qonaxa ku tevgera azadixwaz a Kurdistanê têre derbas dibe, didê nîşandan ku ,ka çikas rêbazek netewî pêwiste ku mirov li ser rêve herê daku tujî xeletiya nebê. Zemînê xeta netewî rêbaza Barzaniyê Nemir e.
Rêbaza Barzanî demane ku, berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre bête girtin. Eger di roja me de rêbaza Barzanî bi awayek pêwist bê têgihandin ew bibe wek rêbazek mirov bi temamî li ser siyasetê bike tu cara bi hemd û hişê xwe mirov xeletiya di rêya destxistina mafê rewa yê neteweyê kurd de nake.
Di dema di rojame de qonaxa ku Tevgera Azadiya Kurdistanê têre derbas dibe, em dibînin ku Kurd çikasî hewceyê rêbazek netewîne û çikas pêwistî bi hestên netewî yên zindî hene ku bikaribin mafê rewa yên gelê Kurd destvebînin.
Rewşa beşên Kurdistanê ber bi çave. Li bakurê Kurdistanê hestên netewî gelekî qels bûne û tevgera ku serdest ku, kaşo bi navê Kurda tevdigerê li himber hemû nirxên netewî Kurdistanî bûye astengek û bûye sedemek bingehîn a çilmisandina hestên netewî.
Li rojavayê Kurdistanê rewşa heyî ne li ser bingehek netewî hatiye avakirin û tevgera serdest, tu nirxek Kurdistanî bi karnayne û berevacî ambargo danîne li ser navê Kurdistanê û sembola netewî Ala Kurdistanê qedexe kirine. Rêgiriyê li destxistina mafên netewî yên miletê Kurd digire.
Rojhilatê Kurdistanê jî di vê qonaxê de siyaseta ku tevgera PKKê rêve dibe, ji bo partî û aliyên siyasî bûye wek astengî.
Niha xaka ku, xeta netewî lê serdeste tenê başûrê Kurdistanê ye. Dam û dezgehên hukumî hene, parlementoya Kurdistanê, serokatiya herêma Kurdistanê û hukumeta herêma Kurdistanê wek mueseseyên dewletî hatine avakirin û welatê xwe rêve dibin. Tevî hinek kêmasiyan jî, ji bo hestên netewî pêşve bibin û ji bo xaka herêma Kurdistanê ber bi dewletek serbixwe ve bibin di nava hewladanekî mezin de ne. Ji bo vê pêwiste her kurdek welatparêz li vê destekeftiya dîrokî xwedî derkeve û rêya dewletbûna Kurda bi hêztir bike.
Dema behsa rêbaza Barzanî tê kirin, behsa xetek netewî Kurdistanî tê kirin. Behsa serkeftina neteweyê û dewletbûna miletekî tê kirin.
Di rojek wek îro de bi minasebeta koça dawî ya Barzaniyê nemir, wate ewe ku bi rêbaza wî ya pîroz têbigihin û li gora wê jî di siyasetê de tevbigerin.
Heweha îro pêvajoya ku kurd têrê derbas dibin hate ispat kirin ku, tu îdeolojiyek yan jî rêbazek ji bilî rêbaza Barzanî kurda ber bi dewletbûnê ve nabe. Rêbaza Barzanî rêbaza serxwebûna Kurdistanêye.
1.Adar.2023