Polîtîk
Bi danustandinê wê êrîşên tirkiye bêne rawestandin
Lîjneya Asayîş û Berevaniyê li Civata Nûnerên Iraqê ragihand daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye Lîjneyeke Hikûmî ya ji bo danustandinê û hevdû têgihiştinê li gel tirkiye pêkbîne, ji ber ku rêya ji bo çareserkirina operasyon û êrîşên tirkiye li ser axa Iraqê bi danustandinê dibe.
Se’ran Acînî Endamê Lîjneya Asayîş û Berevaniyê li Civata Nûnerên Iraqê li daxuyaniyek da belavkiriye, derxistina beyannameyên şermezakirinê bê kirdarin çi tiştekê naguherin, ji ber ku pêwîste bi rêya danustandinên siyasî çareseriya kêşeyên berdewamiyên êrîşên tirkiye li ser axa Kurdistanê bênekirin. Ewan daxwaz kirine Lîjneyeke bilinda Kurdistan û Iraqê serdana tirkiye bikin wan pirsan çareser bikin.