Civak
Ava rûbara Nêrdûşê şêlo kirin

Kêlgehên komir û rejûya li Çiyayên Cûdî ya bajarê Şirnexê ava çem û rûbara Nêrdûşê şêlo dikin û welatî dixwazin çareseriyeke ji bo vê qirêjiyê bê peyda kirin.
Ava qirêj ya kêlgehên rejû û komira çiyayê Cûdî tevlî ava rûbara Nêrdûşê û ji wir jî tevlî Çemê Dicleyê dibe. Welatî didin zanîn ku ava rûbara Nêrdûşê ji ber ku ava avzêmê ye, gelek paqij bû û çendîn salan wekî ava vexwarinê dihate bikaranîn. Lê piştî ku ava qirêj ya kêlgehên komirê tevlî ava Nêrdûşê kirin, ava wê êdî nayê vexwarin û rengê xwe zelal ji destdaye û ava wê şêlo bûye.
Gundî û welatiyên deverê didin zanîn ava Nêrdûşê êdî ji bo çandinê jî nayê bikaranîn û daxwaz ji rayedarên bajarê Şirnexê dikin çareseriyek ji bo paqijkirina rûbara Nêrdûşê bibînin.
