Bi belge hevkariya navbera PYDê û Beşar Esed
Çend belgeyên taybet hevahengiya navbera PYD û rejîma Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed eşkere dikin û herwiha axaftina siyasetmedarekî Kurd jî piştrast dike ku beşek ji şerê niha yê navbera Cepheya El-Nusra û PYDê jî li ser kontrolkirina bîrên petrolê yên Sûriyeyê ye.
Piştî ku siyasetmedarê Kurd Umer Şêxmûs di hevpeyvînekê de ragehandibû ku; ‘’Şerê PYD û Cepheya El-Nusra li ser petrolê ye neku pirsa netewayetî ye’’, çend belge gehiştine rojnameya Basê ku wê rastiyê piştrast dikin di navbera PYDê û hikûmeta Şamê de rêkeftinek li ser petrolê heye û hêzên PKKê jî li gor girêbesta fermî, bîrên petrolê yên Sûriyê li beramber hinek pereyan diparêzin.
Li gor yek ji wan belgeyan ku, kopiyek digel vê raportê tê belavkirin, sekreterê giştî yê serokatiya civata wezîrên Sûriyê Teysîr Ze’bî nivîsarek îmze kiriye û têde daxwaz ji wezîrê petrolê yê Sûriyê tê kirin kar li ser wê biryarê bikin ku erkê parastina bîrên petrolê yên li navçeyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê dane hêzên PKKê.
Li gor wan belgeyan, hêzên PKKê li Sûriyê ku PYD nûnertiya wan dike, bi pirs û agahdariya hikûmeta Sûriyê wê petrolê difroşin û herwiha ji bo vê meselê daxwaza hevkariya teknîkî ji şirketa petrolê ya Sûriyê kirine.
Di nivîsareke din de jî ku kopiyek li ba Basê parastiye, endazyarekî berpirs ji wezareta petrolê ya İraqê bi navê Seîd Hinêdî di nameyekê de ku dawiya sala 2012ê derçûye û pêşkêşî civata wezîrên Sûriyê kiriye, têde tekez dike ku divê bîrên petrolê yên li navçeyên Kurdî bi hêzên PKKê were spartin. Ew endazya (mihendis) balê dişîne ser demên borî ku berê jî girêbest ligel hêzên PKK’ê hatiye kirin bo parastina bîrên petrolê yên li navçeyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û daxwaz kiriye ew girêbest were nûkirin.
Di belgenameya sêyem de jî naveroka-komnivîs civîneke şirketa petrolê ya Sûriyê ser bi wezareta petrolê ya wî welatî heye ku roja 28.01.2013ê hatiye kirin. Axaftina li ser rewşa ewlekariyê ya Hesekê û êrîşên ser bîrên petrolê yên wî sînorê hatiye kirin û bo çareseriya vê pirsgirêkê jî, dîsan pişt bi hêzên PKKê hatiye girêdan ku, li Rojavayê Kurdistanê PYD nûnertiya wan hêzên PKK’ê dike.
Alên PKK’ê li şûna yên Sûriyê hatine bilindkirin
Di axaftinên wê civînê de xaleke gelekî balkêş heye ku tê gotin vê dawiyê nameyek ji serokwezîr re şandine têde jêre gotine li wêstgeha petrolê ya Til Edes hemû ala û sloganên dewleta Sûriyê hatine rakirin û ala û sloganên PKKê lê hatine daleqandin, herwiha li beşa zêrevanan jî ala PKKê hatiye daleqandin, vê dawiyê jî daxwazek pêşkêşî rêveberiya bîrên neftê li Hesekê kirine daku lîsteyekê bi navê karmendên wêstgeha Til Edes ji berpirsên PKKê re bişîne, ji bona bikaribin herin nav wêstgehê-santralê û karên xwe bi awayekî normal birêve bibin.
Di dawîyê de çend rasiparde hatine derxistin, ji wan daxwaz ji berpirsê karûbarê darayî hatiye kirin daku nameyekê ji rêveberiya bîrên neftê li Hesekê re bişîne û jê xwestine li ser girêbestên parastina wan bîran berdewam be, (ku PYD wan diparêze). Evna jî li gor wan girêbestên ku berê hatine îmzekirin, daku valahiya ewlekariyê li navçeyê çênebe.
Herwiha tê tekezkirin ku hêzên PKKê amadebûna xwe pêşan dane daku mazotê bo kêlgehên Hesekê dabîn bikin, ku demeke pirsgirêka wan a mazotê heye. Di komnivîsê de tê gotin ku dê nameyekê ji wezareta petrolê re bişînin û têde daxwaza kirîna mazotê bikin bi rêya hêzên PKKê, daku di sînorê Ye’rubiye re bê şandin.
Herwiha li ser daxwaza PKKê, şirketa petrolê nameyekê ji civata wezîrên Sûriyê re dişîne daku destûrê bide Rêveberiya bîrên neftê li Hesekê bo cîhaz û karkerên pêwist ji PKKê re dabîn bike, ku dibe bo derxistina petrolê li navçeyên ser sînor bikar bîne.
YPG dixwaze endamên wê werin xanenişînkirin
Nameyeke din a fermî gehiştiye Basê, têde di sibata 2013ê de rêveberê karûbarê bazirganî yê şirketa petrola Sûriyê Dr. Xesan Hesen fakseke bilez ji rêveberiya bîrên neftê li Hesekê re şandiye û dibêje ”me parastina bîrên petrolê yên Hesekê daye hêzên PYDê.”. Herwiha di dawiya çileya paşîn a îsal de, li gor nameyeke din a fermî ku îmzeya nûnerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mihemed Îbrahîm Mihemed li ser e, navê 7 endamên YPGê ku di parastina bîrên petrolê de kar kirine, pêşniyar kiriye daku şirketa petrolê ya Sûriyê wan xanenişîn (teqawîd) bike.
Di destpêka 2013ê de şirketa petrola Sûriyê bi nameyeke fermî ku îmzeya rêveberê giştî yê şirketê Umer Hemed li ser e û ji wezîrê petrolê yê Sûriyê re şandiye, daxwaz jê kiriye daku destûrê bide girêbestê ligel YPGê bikin bo parastina bîrên petrolê yên Hesekê li navçeyên Kiratşok, Siweydiyat, Se’îde, Zarye, Elyan û Babas. Herwiha daxwaz ji wezîr kiriye daku bac ji zêrevanên wan yekîneyan neyê standin.
Herwiha di dawiya çileya paşîn a îsal de şirketa petrola Sûriyê razîbûna wezareta petrolê ya welatê xwe ragehandiye baceke diyarkirî ji ser endamên PYDê rake ku zêrevaniya bîrên petrolê yên Hesekê dikin