
Roja 16.08.2018 bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî li Fêrgeha Hêzên Fermandeyên Zêrevanî ya li bajarê Hewlêrê rêwresma dawî hatina xula (pêkvejiyan)ê ya li ser Desteya Yek birêveçû ku eve 6 heyve 174 ser desteyê Hêza Taybet ya Zêrevanî xula taybetî ya meşqa serbaziyê encamdabûn.Li vê rêwresmê de ku Wezîrê Pêşmergeyê Hikumeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kerîm Şingalî û Fermandeyê Hêzên Zêrevanî Lîwa Ezîz Weysî û Nûnerê Hêzên Hevpeymanan û hejmarek ji Parlementerên Parlemena Kurdistanê û Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, çend nimayîşekî serbazî hate encamdan, paşê Wezîrê Pêşmerge gotarekî pêşkêş kir û behsa rola hêzên Zêrevanî li şerê dijî Da’îş kir û spasî Serok Barzanî kir ji bo piştevaniya berdewamiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.