CivakPolîtîk

PDK ji bo bidawîhatina bindestiyê hat avakirin

Polîtburoya PDKê bi hatina 72yemîn salvegera avakirina PDKê peyamek belav kir û tê de tekez dike ku ewê berdewam bin li ser xebata xwe ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd û herwiha çawa wan pilanên li dijî hebûna Herêma Kurdistanê jinav birne dê wisa kar û xebatê bikin ji bo pêşxistin û geşekirina Kurdistanê.Polîtburoya PDKê di peyama xwe de ragihand: “Beriya 72 salan, dema ku bêhêviyeke reş ketibû nava neteweya Kurdî de, PDK wek çirayekê hat pêxistin û dîsa hêvî xist dilê miletê Kurd de. PDK ji bo bidawîhatina bindestiyê hat avakirin. Hat avakirin ji bo ku xebatê bike ji bo ku neteweya Kurd bighê mafê xwe. PDK û di bin siya hizr û felsefeya Barzaniyê Nemir û rêbaza wî de, Kurdayetî da ber xwe û aştî û demokrasî û edalet ji xwe re kir pîvan.”Peyama PDKê wiha dom dike: “PDK karî qonax bi qonax mafên gelê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê bidest bîne û heta roja îro jî xebata me berdewam e û tevî hemû astengî û girêkan PDK katiye wek çiyayekî mezin xebatê ji bo mafê gelê Kurd û ji bo Kurdistanê bike. Niha piştî 72 salan ji damezrandina PDKê, hêj em bi heman moral û bawerî û li ser rêbaza Barzaniyê nemir berdewam in li ser parastin û bihêztirkirina Kurdistanê, nexasim di van 5 salên dawî de Kurdistan rastî gelek pilan û pirsgirêk û kirîzan bû ji bo ku hebûna Herêma Kurdistanê jinav bibin û keda 100 sala borî jinav bibin. Lê PDK rûbirûyê wan pilanan bû û ew pilan şikandin.”Polîtburoya PDKê ragihand: “Di şerê birçîkirin û qutkirina nanê xelkê Kurdistanê de, PDK nehişt Kurdistan çoga xwe daxe û teslîm bibe û pilana jinavbirina Herêma Kurdistanê şikand. PDK cezayên nerewa yên ser Kurdistanê şikandin û dîsa Kurdistan vegerand ser lingê wê. PDK bi tenê berpirsî li xwe girt û bar avêt ser milê xwe û rewşa Kurdistanê ji kirîzan rizgar kir. Bi hêviya xwedê û gelê Kurdistanê PDK dê di hilbijartinên bê de serkeftineke mezin bidest bîne û dê diyar bibe ku PDK nûneratiya îradeya gelê Kurd dike.”Peyama PDKê wiha dom dike: “Hilbijartinên vê carê dê destpêka qonaxeke nû bin ji bo destpêkirina avedanî û geşkirin û pêşxistina Kurdistanê, ku di salên borî de ji ver şer û siyaseta birçîkirinê û hevrikiyên partiyên Herêma Kurdistanê, ew avedanî hatibûn rawestandin. Çawa me pilanên dijî Kurdistanê şikandin, emê wisa welat pêş bixin û geş bikin. Dê parlamentoyek û hikûmeteke bihêz bên avakirin ji bo ku em bibin xwedî destûrekî serdem û rêveberî û îdareyeke bihêz li gorî destûr Herêma Kurdistanê birêve bibe.”

Back to top button