Polîtîk

Beşîkçî Paşxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd rexne kir

Civaknasê Tirk(Sosyolog) Dr. Îsmaîl Beşîkçî, paşxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd rexne dike û dibêje, “divîya bû herî kêm berîya sê mehan bi rojeke dîyarkirî tarîxa wê hatiba zelal kirin.”

Ew dide xuya kirin, divê rewşa Rojava û sedemên parçebûna Kurdan babetên sereke yên gotûbêjên vê kongreyê bin.

Dr. Beşîkçî di semînera ku roja Şemiyê li Stenbolê pêşkeş kir de, li ser pirsa Kurd, rewşa Kurdên Sûrîyê û nîqaşên li ser civandina Kongra Netewî peyivî.

Wî bal kişand ser rewşa dawî ya Kurdan û got, “piştî têkoşîn û fedakarîya heta niha, li gor daxwaz û qenaeta min wê Kurd di sedsala 21’ê de azadiya xwe bi dest bixin.”

Mamoste Beşîkçî, sîyaseta Tirkîyê ya dijî deskeftiyên Kurdên Sûrîyê jî bibîr xist û wiha axifî, “Tirkîye jibo pêşîyê li destkeftiyên Rojava bigire piştgirîyeke xurt ya madî û manewî dide El Nusra ya ku rêxistineke girêdayî El Qayîdê ye. Bi van hewildanan jî dixwazin heman rewşa parçebûna Kurdan berdewam bike.”  

Dr. Îsmaîl Beşîkçî got, “di vê pêvajoyê de ya girîng ew e ku niha Kurd li Sûrîyê behsa rêvebirîya xwe bi xwe dikin. Helbet divê ev babet were rojeva Kongreya Netewî jî. Dibe ku bêjin, Kurd dewletê dixwazin. Ev bi daxwazê tenê nabe. Lê hewce ye hişmendîyeke wiha jî li nav Kurdan peyda bibe.”

Back to top button