Polîtîk

Beşek ji medyaya YNKê zimanekî tûj li dijî PDKê bi kar tîne

Parlamenterekî PDKê dibêje, baskê YNKê yê ku hevjîna Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed serokatiya wê dike, bi rêya medyaya xwe êrişî PDKê dike. Ev çend roj in beşek ji medyaya YNKê zimanekî tûj li hember PDKê bikar tîne. Derheqê vê yekê de, parlamenterê PDKê li parlamentoya Kurdistanê, Ferhan Cewher ji BasNewsê re got, ew êrişên ku li dijî PDKê tên kirin ji aliyê baskê hevjîna Talebanî vê tê kirin. Di nav YNKê de ji wan re dibêjin “baskê qorixkar”. Ferhan Cewher her wiha got, qesta wan ji wî karî ew e ku zûma kamerayan li ser kêşeyên kûr ên nav YNKê bidin aliyekî û kêşeyên xwe veşêrin. Wî parlamenterê PDKê anî ziman ku di nav YNKê de ne qanûn maye ne rêzikname maye, kes guh nade kesî û got, baskê hevjîna Talebanî dest daniye ser hemû milk û malên YNKê. Bi vê rewşê jî dixwazin kêşeyên xwe derbasî nav PDKê bikin. Tê zanîn di nav YNKê de alîkarên sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî çend roj berê xwe wek “Navenda Biryarê” dan nasîn. Li hember wan, hevjîna Talebanî jî xwe wek xwedanê YNKê da zanîn. 

Back to top button