Beşdariya merasima sersaxiyê
Êvariya îro roja yekşemiyê 25.01.2015ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, digel serok, padîşah û berprisên cîhanî, li koşka Yemame li Riyada paytexta Siudiyê, beşdarî merasima sersaxiya xwedêjêrazî şah Ebdula bin Ebdulezîz padîşahê koçkiriyê Siudiyê de kir û li ser navê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxî li padîşahê nû yê Siudiyê şah Selman bin Ebdulezîz û malbatê wî kir.
Weke tê zanîn, Nêçrîvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi serokatiya şandeyekê, îro piştî nivro bi nûneratiya serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bona beşdarîkirin di merasima sersaxiya padîşahê Siudiyê şah Ebdula bin Ebdulezîz gihiştibû Riyada peytexata wî welatî û li balefirxaneyê ji aliyê mîr Tirkî bin Ebdula bin Ebdulezîzî v hatibû pêşwazî kirin.