NivîsarRojev

BERZANIYÊ NEMIR Û NEXŞEYA WÎ

Rojeke mîna îro, Mele Mistefa Berzanî çûye ber dilovaniya Xwedê.

Berzanî di 1903iyan de hatiye dinê û di 1979an de jî çûye ber dilovaniya Xwedê.

11 Adara 1971 dema ku Berzanî û Sedam Huseyn li ser otonomiya Başûrê Kurdistanê li hev hatine, şahiyeke mezin ketiye nava Kurdên Bakûr. Lê rojek şûnde li Tirkiyê Muhtiraya leşkerî çêbûye û li Bakûrê Kurdistanê Îdareya Leşkerî hatiye domandin.

Min li mekteba Îmam-Xetîba Amedî dixwend.

Min roja 11ê Adarê di deftera xwe ya berîkê de bi tîpên erebî nivîsîbû, lê îdara mektebê lêgerîn kir û dît, bi dehan şivik li destên min xistin.

Wê demê Kurdên Bakûr ji bo Berzanî gotina APO bi kar anîne.

Çend sal şûnde dema PKK derket holê, bernavkê APO ji bo Ebduleh Ocalan bikaranîn.

Azbata Berzanî, ji mîrektiya Amêdiyê hatiye. 700 sal berê lawekî Mîr bi navê Mesûd xwendiye û bûye mela, piştre jî bûye şêx. Îcar malbatê xwe daye riya oldariyê, piştre jî bûye peyrewê Rêçika Nexçebendî.

Çendî ku hinek dibêjin ”Eşîra Berzan”ê, lê ne rast e; Berzan navê herêmeke li bakûrê başûrê Kurdistanê ye û li gor Toreya Kurdî, xelkê herêmê tev xwe bi nasnavê ERZANÎ didin naskirin.

Di wan 75 salên Berzanî de, berxwedan û serhildanên ku wî  pêşîwayê Neteweyê Kurd ji bo Kurd û Kurdistanê kiriye, ne hêsan e ku bi gotin û nivîsan bête eşkerekirin. Lê bi kurtî dikarim weha bêjim:

. Berzanî di sêsaliya xwe de li Amedê bi dayika xwe re ketiye girtîgeha Osmaniyan.

. 1914, dema kekê wî Şêx Ebduselam-II li Mûsilê ji aliyê Osmaniyan ve hatiye xeniqandin, bi diya xwe re lê temaşe kiriye û sond xwariye ku ew dê şerê azadiyê bike.

. 1919, dema Şêx Mehmûd Hefîd Berzencî serhildan li pêşber Ingilîzan kiriye, Berzanî jî şerê Ingilîzan kiriye.

. Berzanî di 1946an de Partiya Demokrat a Kurdistanê avakiriye.

. 1946 dema Komara Kurdistanê li Mehabadê hatiye diyarkirin, Berzanî wek serokê giştî yê leşkerî bergîrî kiriye. Lê mixabin piştî rûxandina Komarê, ew û 500 pêşmergeyên xwe çûne Yekîtiya Sovyetê.

. 1958 Berzanî ji Sovyetê çûye Qahireyê û ji wir jî çûye Îraqê.

. 11 Êlûna 1961ê, Berzanî dest bi şoreşê kiriye.

. 1975 piştî Peymana Cezayirê, Şoreşa Berzanî rûxandine.

. 1976 çarek dî bi serokatiya Qiyada Mûweqet dest bi şerê azadiyê hatiye kirin. Wê demê ez û hevalbendên me, alîkariya şoreşê kirine.

. Piştî 1991ê ku Başûrê Kurdistanê geha qonaxeke azad, mixabin hingê Berzaniyê Nemir ne li jiyanê bûye lê cenazeyên wî ji Şinoyê anîne herêma Berzanê.

. Dixwazim vê yekê jî bêjim: Bavê min Mele Ebdulah ji 1958 hetanê 1965an wek Nûnerê Mele Mistefa Berzanî bû û li Serhedê kar dikir.

Bila rihê wan gorbihiştan şad be û Kurdistan jî azad be.

01/ 03/ 2022

Zeynelabidin Zinar

Back to top button