CivakRojev

Heyeta PAKê seredana mezelê Mele Mistefa Barzanî kir

Bi minasebeta 43yêmîn salvegera koça dawî ya rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî,  heyeteke PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) roja 01.03.2022yê seredana mezelê Mele Mistefa Barzanî kir.

Heyeta PAKê ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya, endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Temo Ayas û endamên PAKê yên li Başûrê Kurdistanê pêk hatibû.

Birêz Şêx Xelat Barzanî yê nûnerê Birêz Serok Mesûd Barzanî, bi heyeteke qelebalix pêşewazîya heyeta PAKê kir û ji ber vê seredanê spasîya xwe anî ziman.

Heyeta PAKê çelengeke destegulê danîn ser mezelê rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) Birêz Orhan Kaya,li ser mezelê Mele Mistefa Barzanî ev axaftina kir:

‘’Em îro ji bo 43yemîn salvegera wefata rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî li vê derê ne.

Em rêberê miletê Kurd  Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîr tînin.

Em kedkarê doza azadîya Kurdistanê, yek ji rêberê gelê me Îdrîs Mele Mistefa Barzanî jî bi giramî bibîr tînin.

Mele  Mistefa Barzanî yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd e. 

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.

Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê , ya di sedsala 20an de ye .

Jiyana Mele Mistefa Barzanî, bi şer, hefs , koçberî, surgun , wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herweha jiyana Mele Mistefa Barzanî, bi xweşî û nexweşîyên xwe, bi serkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî, dilsozî û biryardarîyê, bi berxwedanê  ve hatîye hûnandin.

Mele Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye.

Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e.

Alaya Kurdistanê ya ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mistefa Barzanî kir, tu carî li erdê neket. Û ew alaya ku Mele Mistefa Barzanî teslîmî pêşmergeyên Kurdistanê kiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşîna pêşmergeyên qehreman, bi  têkoşîna  hemû kedakarên doza azadîyê li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dibe.

Mele Mistefa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, serokek bû, niştimanperwerekî dilsoz bû. Di qada navneteweyî de cîhekî xwe yê girîng hebû.

Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, yekgirtina hemû hêzên neteweyî, niştimanî be; dê lê xwedî derketin û pêşde birina destkeftinên Federe yên Herêma Kurdistanê be; dê azadî û serxwebûna Kurdistanê be.

Em di 43yemîn salvegera wefata wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîrtînin’’.
01.03.2022

Buroya Çapemenî û Ragehnadinê ya PAKê

Back to top button