CîhanFlaş

Berxwedana Îslamî’ li Iraqê: Em bi ti awayî dest ji çekên xwe bernadin

“Berxwedana Îslamî” li Iraqê daxûyaniyekî de ragihand ku ew bi temamî dev ji çekên xwe bernadin.

Di daxuyaniyekê de, Berxwedana Îslamî li Iraqê tekez kir, ew ê bi ti awayî dest ji çekên xwe bernedin û got: “Çekên me ti carî nabe mijara gotubêja.”

Berxwedana Îslamî amaje bi wê yekê kir, ew ê bi hemû hêza xwe kar bikin da ku şiyanên xwe yên serbazî û ewlehî de pêş bixin. Herwiha diyar kir jî, ev amadebaşî ji bo rûbirûbûna wan metirsî û gefan e ku ji aliyê “Îsraîl û Amerîkayê” ve li ser navçeyê hene.

Ji aliyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Ketayîb Hizbullah Ebû Husên Hemîdawî hişyariyeke tund arasteyî hikûmeta Iraqê û berpirsan kir û daxwaz ji wan kir ku ” serê  xwe li ber Berxwedanê bitewînin.”

Hemîdawî ragihand, Ketayîb Hizbullah li ser daxwaz û bi biryara rêberê berê yê Îranê (Ayatullah Xumeynî) hatiye avakirin û endamên wan heta niha jî li ser heman rêbazê berdewam in.

Sekreterê Giştî yê Ketayîb Hizbullah ragihand, “Ew girseyên ku beşdarî merasîmên veşartina Rêberê Îranê Elî Xameneyî li Necef û Kerbelayê bûn, nîşana ‘nûkirina peymanê’ û pabendbûna bi rêya berxwedanê ne.”

Back to top button