Bersiva wezareta pêşmerge bo Cemîl Bayik
Wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê bersiva daxuyaniyên Cemîl Bayîk dide û dibêje ku, xwîna pêşmergeyê Kurdistanê li hemû eniyên şer rijaye û pêşmerge bergiriyê ji axa Kurdistanê dike û çênabe navê pêşmerge bê biçûkirin.
Piştî daxuyaniyên Cemîl Bayîk hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di çend saziyê mediyayî de hatin weşandin ku pêşmergeyê Kurdistanê bi wê yekê tawanbar dike ”pêşmerge ji ber vîla û bazirganiyê nikare şer bike” wezareta pêşmergeyê Kurdistanê bersiva Bayîk dide.
Helgurd Hikmet berpirsê ragehandina wezareta pêşmerge di bersivê de dibêje: ”Gotinên Cemîl Bayîk li ser pêşmerge ne rastin û ew gotin ji bona biçûkirina navê pêşmerge ye ku, îro hemû cîhan behsa qaremaniya pêşmerge dike ku, li dijî dewleteke terorîst şer dike.”
Berprisê ragehandina wezareta pêşmerge got: ”Em ecêbmayî dimînin ku, hindek kes bixwe bi bazirganîkirin bi madeyên hoşber tawanbar in, rê ji xwe re didin navê pêşmerge bi xerabî bikarbînin, hêzên pêşmerge bi dirêjiya 1050km tixûb digel terorîstan heye û ev çend mehe bi awayekî qaremane bergiriyê dike û li hemû eniyên şer pêşmerge ber bi pêşve dişe, çewa çêdibe tu bêjî pêşmerge şar nake?
Di bersiva pirsekê de ku, çekdarên PKK û YPG bi hev re digel pêşmerge serkiriye, berprisê ragenadina wezareta pêşmerge got: ”Li Mexmurê çekdaran bergirî ji zarokên xwe kir, li Şingalê jî YPGê ji bo parastina deverên xwe li rojavayê Kurdistanê şer kiriye, me rêgirî nekiriye ku, bi hev re şerê DAÎŞ bikin, lê gotina ku, bi tenê çekdarên PKK û YPG şer kiriye ev ji rastiyê dûr e û xwexapandine. Xwîna pêşmerge li hemû eniyên şer rijiyaye, ew dixwaz in navê pêşmerge di hizirûbîra kesê kurd de şêlû bikin û bi vê rê yekrîziya gelê kurd têkbidin, ev yek jî ji aliyê me nayê qebûl kirin.
NRT