Dosya

Hikûmeta Kurdistanê pêşwaziyê li biryara Teksas dike

Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li biryara dadgeha Teksas li Dewlwtên Yekgirtiyên Amerîkayê dike ku, dadgeha Teksasê biryara ragirtina gemiya yek milyon bermîlên nefta herêma Kurdistanê barkirî û li ser gilînameyeke hikûmeta Îraqê firotina wê neftê ji aliyê dadgeha Teksasê ve hatibû desteserkirin,  hilweşand .

Li gor biryara dadegha Teksasê ku, duhî ew biryar hat dan, dadgehê  biryar di berjewendiya herêma Kurdistanê de da û gilîbameya hikûmeta Îraqê bo ragirtina hinartina nefta herêma Kurdistanê bo Amerîkayê red kir.

Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê li dor vê mijarê got: ”Em bi biryara duhî a dedgeha Teksasê kêfxweş in. Ev biryara dadgeha Teksas dê baweriyê bi kiryarên nefta xav ya herêma Kurdistanê li Amerîka û cîyên din bide.”

Hewramî di berdewamiya axaftina xwe de got: ”Em hêvîdar in ku, biryara dadgeha Teksas dawiyê bi tevgerên wezareta nefta hikûmeta Îraqê bîne û êdî destêwerdanê di mafên aboriyên herêma Kurdistanê de neke. Herêma Kurdistanê bi awayekê qanûnî neftê berhemtîne, bar dike, bo derve dihinêre û li gor mafên herêma Kurdistanê yê di destûrê de hene û li gor yasayên navdewletî difiroşe.”

Ev cara duwemîne gilînameyên wezareta neftê a hikûmeta ferderal a Îraqê li dijî hinartina nefta herêma Kurdistanê tên red kirin, yekemîn car di meha hizîrana îsal de dadgeha balaya federal a Îraqê, li Bexdayê, şikayeta hikûmeta Îraqê bo ragirtina firotina nefta Kurdistanê red kir û dadgehê daxwaza hikûmeta Îraqê weke”bervajiya yasayên karpêkiriyên Îraqê” da zanîn.

Back to top button