Barzanî:Emê kultura pêkvejiyanê kûrtir bikin
Li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Borg Brend Wezîrê Derveyê Norwêç û şanda li gel kir.
Li kombûnê da ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Elî Sindî Wezîrê Plandanan û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêkewt Heme Reşîd Wezîrê Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, pêşhatên siyasî û emniyên dawî û her wiha tehdîd û êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê û serkeftinên hêzên Pêşmerge û rewşa koçberan hate nirxandin û guftûgo kirin.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Norwêçê û şanda li gel kir û hatin û serdana şanda Norwêcî hêmayeke ji bo palpiştî û hevsoziya Hikûmet û gelê Norwêcê ji bo gelê Kurdistanê tê zanîn.
Serok Barzanî eve jî behs kir ku palpiştî û bi deng ve hatina dostên gelê Kurd li ber eweye ku gelê Kurdistanê pabendî biha û prensîpên mirovdostane û pêkvejiyan û fireh aliyane ye û wan bihayan jî diparêze û ev palpiştî jî nîşan dide ku gelê Kurdistanê rêyekî dirust hilbijartiye. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de wê yekê dûpat kir ku gelê Kurdistanê xwediyê kultur û çanda pêkvejiyane û divê wê kulturê jî kûrtir bikîn.
Di derbarê rewşa koçberan Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi hemû şiyanek ve yarmetiya wan didin lê belê hejmara penaberan li asta şiyana Hikûmeta Herêmê derbas kiriye ji bo wê yekê pêwîste welatên dost û civaka navdewletî li hewandina koçberan de yarmetiya me bidin bo ku piştî rizgarkirina wan navçeyan ji destê terorîstan, ew penaber vegerin ser mal û warên xwe.
Li beranber da Wezîrê Derveyê Norwêç spasiya wê pêşwaziya germ kir ku li wî û şanda li gel hatiye kirin û ji bo wê pêşketina li Herêma Kurdistanê de pêkhatiye destxweşiyê jî li Serok Barzanî û serkirdayetiya Kurdistanê kir û ragihand hatina me awayeke ji bo nîşandana hevsozî û palpiştiya gelê Norwêç li gel gelê Kurdistanê ku li hember terorîstan rawestaye.
Wezîrê Derveyê Norwêç balkişand li ser wê yekê ku niha terorîst bûne emrê waq’i û tehdîdeke ciddîne li ser asayîşa navçe û cîhanê û ji bo berengarbûna wan pêwîste hewlekî cîhanî û hemû aliyane li ber bê girtin. Wezîrê Derveyê Norwêç wê yekê dûpat kir ku gelê Kurdistanê li ruyê yarmetiya serbazî û mirovî ve dikarin pişta xwe bi gelê Norwêcê ve bibestin û Hikûmeta Norwêcê jî ji bo leztir kirina hevkariyên mirovî biryarê daye ji bilî li bîst milyon dolar ku berê biryarê li ser dabûn deh milyon dolarê din jî ji bo yarmetîdana mirovî ya Kurdistanê terxan bikin.
Her li vê hevdîtinê de tehdîdên terorê û çawayiya geşbûna Iraq û Sûriye hate nirxandin û proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û peywendiyên di navbera welatê Norwêç û Herêma Kurdistanê jî mijareke dinê vê kombûnê bû.
Hêjayî gotinêye ku piştî temambûna kombûnê civîneke rojnamevanî ji bo Serok Barzanî û Wezîrê Norwêçê hate rêkxistin û têda naveroka civîna xwe ji bo dezgehên ragihandinê xistin rû.