Pêşmergeyên Kurdistanê demana parastina xaka azadin

Şerek medyatik li dijê pêşketina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê tê kirin. Doh malperek erebî ragihand ku çekdarên DAÎŞ cardin bendeva Musil şûn ve vegirtine.

Di vê derbarê de serokê Kurdistanê û wezîrê pêşmergeyan daxuyani dan û nerastiya vê nûçeyê ragihandin.

Herweha fermandarê hêzên pêşmerge  Mensur Barzanî li ser bendeva Musilê bi xwe daxuyanyek taybet ji bo medya Kurdî da û got: Eve em li vê derêne çekdarên DAÎŞ ên terorist propagandayên ne rast dikin.

M.Barzanî da xuyakirin ku bila miletê kurd dilniya be pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê demana parastina xaka Kurdistanê ne.

Nêrînek

  1. Gelo tené Ereb buna?? \r\nMixabin hem di nav hin parti u réxistinin Kurdan de u hem li cem dijminén Kurdan xérnenaz u cav sor gelekin. Normale ku hin kes ji calaki u serkefin Pé$mergén Kurdistané biqehrin u acis bibin, gerek meriv buyerén bi vi awayi neke derd u kúl. Ba$e ku medya yé Kurda li ser van buyera dinivisnin ji gel agahdari dikin. Xérnexwaz u Zikrre$ pirin!!\r\n\r\nSilav\r\nZanyar Siliva

Nerîna min :