Bersiva boxtan û neweyiyan!
Şakir Epozdemir di seyfa xwe ya Facebookê de nivisiye û dibêje:
Ji berî her tiştekî em dixwazin bêjin ku, naveroka hemû nivîsan xwediyê nivîsê girê dide û eger kesayetek ku navê wan di nivîsekî de derbas bibe, mafeke wan ê rewaye ku bersivê bide. heman bersiv di Rojevakurd de tê weşandin. Heta ku ev daxûyaniya Şakir Epozdemir di Facebookê de nahatî belav kirin em wek karmendên Rojevakurd bê agahdar nebûne ku ti E-Mailek ji birêz Epozdemir gihatiye E-Maila Rojevakurd. Pîştî vê daxûyaniya Facebookê me cardin E-mailên xwe berçavre derbas kir lê tu E-Mailek ji Epozdemir me nedît. Herî dawî me dît ku Epozdemir nivisa xwe ji seyfa Rojevakurd a Facebookê re şandiye. Ew nivîs yan jî daxûyaniyên ku ji E-maila Rojevakurd re neyên şandin gelek cara nayên dîtin û wek berçav nayin wergirtin.
Piştî me ev nivîsa Epozdemir dîtî em wek xwe diweşînin.
Epozdemir dibêje:
Merheba Berpirsiyarên Rojevakurd, Serkeftîbin. Dixwazim vê nivisara min a ku bersuya Nuri Çelik e ya makaleya wiya ku bi nebû û neweyiyan min sucdar dik e. Ji kerema xwe ra vê nivîsa min di malpera xwe da parva bikin. ………………………………………………………………………………………………
BERSUYA BOXTAN Û NEWEYÎYAN
Bi tarixa 01.08.2021 ê, di malpera Rojeva Kurd da makaleyeke ku ji terefê Nurî çelik va, bi navê “Boxtan, Qatil û Meqtûl” hatiye neşirkirin. Di vê makaleyê da neweyîyan û nebûyan di heqê min da anîye ziman. Ttiştên ku hemî gotinên gotiyanin, bi pirsgirêka Dr. Şivan va tû eleqeyê wan nînin, xwestiye bi min va bizeliqînê. İddîâ û iftirayên wî ne hêjane ku meriv dane ser weris, lê Tirk dibêjin “- At çamuru , tutmassa da iz bırakır”. ( Çamûrê bavêje, negrê jî şopa wê dimîn ê)
Ez wan iddâyên ku Nûrî Çelik di heqê min da dike red dikim. Wan tiştan ya ji ber xwe va çêdike ango hinek kesên dijberên min pê daye nivisandin. Prêza min ya ku eva ji sala 1958 va 63 salın di xizmeta Kurd û Kurdistanê da domandiye û heya dawiya jiyana min wê bidomînê bi hemî hal û hereketên min li hafa çava ye. Tû tiştêkê min yê veşartî nîne.
Di mijara karesata Dr. Şivan da wisa lê hat ku ez bûme şahidêkê zindî yê wê karasatê û Payîza 1998ê bi Kurmanci di hêjmara 5. û 6.’min a kovara WAR ê da, zivistana 1999 yê jî, disa di Kovara Warê di hêjmara 7an da li ser daxaza Şerefeddin Elçî, Emer Çetin, Saîd Veroj û çend kesên din ku – nuha di hişê mamoste Seîd veroj da ne – min li ser têkilîyên herdû Seîdan, bêbextiya ku Dr. Şivan li Seîd Elçî kir, partiya xwe ava kir û cewaba me da, munaqeşeyên ku sala 1970 yê pişti 11 yê Adarê ku Mela Mistefayê Rehmetî otonomiya Kurdistanê bi dest xist, minaqeşeyên di navbera Seîdan da û heya pişti Adara 1971 ê ku bi Balyoz hereketî Seid Elçî û hevalê xwe derbazi Zaxo bûn, windabûna wî, deşifrekirina qtilkirina wî, itirafa ku Dr. Şivan kir, şandina wi ya Haciumranê û hepiskirina wî û hevalên wî, çewa ku ez bûme şahid min wisa, bê kîn û buxz û gengeşîyê nivisand û piştra jî heya îro çî ji deste min hatîye min xeletîyên ku tene gotin sererast kirîye. Prêza min ev e û li ber çava ye.
Piştî ku nuha 84 sali me. Piştî ku 63 salin Xweda şahide ku bi nîyeteke xalis û muxlis û bi sedeqeta sonda xweya ku 11 yê Tebaxa 1965an de min û cangoriyên hevalên xwe sond xwar û em bune damezranêrê PDKT yê. Piştî hevçend ketin û rabûnan, gelo ji ber ku min gotiğe “ navbera Kekê Seid û Midûrê hepisxaneyê xweş bû” wê evaha bibî sebebe ku merivêkê ez hiç nas nakim hevçend bi zimanêkê sar vê heqsizîyê li min bike?
Di bîrhatinên xwe da gava behsa Hepisxana Antalyayê bikim bivê nevê wê behsa hevalên xwe yên hepse, behsa dan û standinên me bi idareye va bikim. Em bi navê “ Girtîyên Siyasî” 11 kes ketibûne nava 400 kesên Edlî, heya wê rojê ne Midûrê Hepsê, ne jî yek mehkumêkê Edlî rastî siyasiyan nehatibûn. Diwana Mehkema Cezayên Giran bi xwe jî di darizandina siyasiyan da ne şarezabûn. Van tiştan gava min hê 23 sal bere nivisand, hevalên me yên Hepsê Derwêş Sado sax bû. Hetta di Zivistana 1999 yê da gava me li ser vê buyerê heryek ji me dîtinên xwe bi Tirki nivisandin – weka min, şerefeddin Elçi, Derwêş Sado, İbrahim Güçlü û çendên din – ev nivîsên me ji terefê Soro, Emer çetin va jî hatine Xwendin. Ji Xeyrî ku di Kovara Warê da bête xwendin, 20 perên ku min nivisandibû min da birêz Nureddin kizilkan ku ji Ömer Çetin ra rê ke Amed ê. Lewra qewlê me ew bû ku Emer Çetin, Soro û Reşo Zilan jî dîtinên xwe binivsînin. Şahidê vê yeke Mamoste Seîd Veroj e.
Dixwazim vê bibêjim ku piştî avakirina Patyiya Dr. Şivan PDK –T yê ku di 29 yê Hezirana 1970 ê de ji terefê Dr. Şivan û hevalên wî va li Enqerê li Gazî Mihele yê hate avakirin û Feqe Huseynê Tatwanî ço Başûr bi Dr. Şivan ra vê meseleye nirxand û hat, li Tatwan ji min ra got: Dr. Şivan partiya xwe ava kiriye dibêjê “di nava we da ajanên MİTê henin û hun deşifre bûne”… Min cara pêşin vê meseleye waha bihîst. Yanê navê ajanên Mîtê ku hate propaxandekirin bi iddîâya Dr. Şivan bi xwe bû. Ev teqtîk yên Stalînîstan in. Dibêjin Stalin 5 milyon insan kuştiye. 5 milyon insan bi ajantîyê hatine ithamkirin.
Dixazim vê bibêjim ku roja dı 11 yê Tirmeya 1965ê de, gava ku me 5 kesan li Bajarê Diyarbekirê, li Gazî Köşkê PDKT ava kir, Seîd Elçî û Şerefeddin Elçî ji min ra gotin: “-Em dixwazin tû biçî Bayîkan, Hezzo û Sasonê bidi oganîzekirin. Ew endamên ku beriya herkesi bune Serok û azayên Koma herimiya sasonê Mela Ebdilla yê Timoqî, Medeni Altanê ji Mala Eliyê Unis û Eli Epöxdemir’ê Mamê min bûn. Ka ji bo Xwedê bibêjin 56 sal bere li wê herêmê 3 kesên ji wan çêtir hebûn? Di wê salê da bi deste min 3 Herêm ( Amed, Sason û Tatwan), bi deste Emer Turhan 2 Herêm ( Sêrt/Botan û Mêrdin/Nisêbîn) , Bi deste Derwêşê Sado jî Herêma Batmanê hate avakirin. Bila yek bibêjê ka di wan 6 herêman da bi Komên Cî, Komên Arikar, yên BİRA û Bendewar ve weka 300 kesan ku sala 1965ê ketine bine barê kurdistanê û piştî wan jî merivek tene mensubê vê partîyê şaşîyek kirîbî j imin ra bejin. … Ez ji ber wan kesan va şerm dikim ku vê bêjeya derew ya ji kîsê Dr. Şivan dûbare dikin. Çi tewqeyê welatparêzan bi şermezarîyê va hey e. Ji hiba welat û meznayîya welat mestir û baştır çî heye?
56 sal di ser 1965ê da çoye. Ew hevalên me yên wê rojê ku weka canfedayîyan programa partiyê maç dikiran û dataniyane ser seren xwe, nuha çend ji wan saxin? Tû kes nikarin û mafê wan û hedê wan jî nîne tiştên xirab bi alîyên wan va bidin.
Min di Kongra PDK-Başûr ya 11 yê da, roja 26.07.2014an de, bi arikariya Mamoste Koroğlu belgefilma damezranêrên Partîyê û azayên Koma navkom, 6 serokên Herêman, 18 Serokên Komên Cî li hafa civîna kongreyê bi erêkirina Derwêş Sado, Mela Emadeddin û Şahidîya Mela Arif, Hemid Kılıçaslan, Hêşyar Özalp, Mihemed Gazî Daş bi hemî bejdarên Kongreyê va wê Şemayê PDKT ya sala 1965an bi Kongreyê da erêkirin.
Ez bi xwe, bi Partiya xwe û bi dewama vê partîyê serfirazim. Roj bi heriye nayê seyandin. İddîayên pûç û vala nikarin prêza min bilewitînin. 84 salî me û ji ber ku rastîyan dibêjim hinek insan di kemînêda li ber fersenda xwe ne ku êrîşî min bikin. Lê bila xwe reht nekin, hertişt min gotîye û piştî ku ez roja 11 yê Êlûna 1971 ê de li Cizîrê bi daxaza xwe ji PDKT qetiyame heya nuha 50 sale min bê hurmetiya rêxistina Faîq Bucaq, Seîd Elçî, Şerefeddin Elçî, Emer Turhan, Derwêşê Sado û xwe nekirî ye. Ew gava muqeddes, ya pîroz gavêkê ji hemî meqaman bilindtire ji bom in.
Eger Nûrî Çelik weka camêran deste xwe dane ser ujdana xwe lêborîn ji min bixwazê ezê lê biborim, nexwe ezê wî hewaleyê Diwana bilinda heqîqetê bikim. Dewleta min hebuya mine ew bida mehkeme yê, ya tê iddiayên xwe yên pûç izbat bikira ango vê mehkemeyê wî ceza bikira. Ji ber bê dewletîyê dijmin li me xedir dike û hindek insanên me jî li me zilim dikin. Li gel rêz. 04.08.2021 –
Şakir Epözdemir
NOT: Li ser vê meseleya ku min di birehatinên xwe da gotibû “navbera Kekê Seîd û Midurê hepse xweş bû”, bersuya wê min roja 11.07.2021 ê di sersala PDKT da di Fecabookê da parve kiriyê. Ez işev careke din disa di sayfa xwe ya Fesê da parva dikim. Ji kerema xwe wê jî di ber çavên xwe da derbaz bikin.
…
ÇEND GOTİN
Birêz Medenî Merşİl ji pirtuka birhatinên min ku min behsa germayîya navbera Saîd Elçî û Midûrê hepsa Antalyayê kirîye, wê birhatina min parve kirîye, li ser viyaha hindek kes dixwazin senaryoyekê taze bixine dewreyê.
Xwedê dizanê ku ez ji polemikan hez nakim. Bawer bikin Ku Şerefeddin Elçî, Seîd Verroj, Ömer Çetin û çendên din bi min va negirtan û em li ser 3 kes hevalên Seîd Elçî, 3 kes jî hevalên Dr. Şivan li hev nehatan – ku gereke Ez û Derwêş û Feqe Hiseyn û Emer çetin û Reşo Zilan û Soro wê her yek dîtinên xwe binivsandan – me wî sozî ji Emer Çetin nestan da, min vê meseleyeSALA 1998ê qise nedikira. ( Xweda şahide û Seîd Veroj şahide vê meseleyêye) Lewra; naxwezim dile kesî ji xwe bihêlim. Hele hele, gava behsa şorişgeran bikim naxwezim kena nevanan li xwe û li wan bînim.
10 sal berê ev pirtuka min çap büye, 23 sal berê jî gava cara pêşîn min raportajek bi Saîd Veroj ra çêkir û di kovara WARê da hate neşirkirin û belkî sed caran min gotîye “-navbera Midurê hepsê û Seid Elçi xweş bû”. Heya nuha nehatîye bîra kesî ku vê pirse bik e. Gelo bo çî niha hate bîra hindek kesan?
Li ser pirsa 2 Seîdan birêz Murad Cuwan 3 danişîna ( oturuman ) li dar xist. Cara paşîn 24ê Heziranê ku ew şev bi 25ê Heziranê va hate girêdan, ( 24 Hezîran 2021 ) yekemin car bû ku birêz Reşo Zilan – yek ji alê Dr. Şivan – ji bejdarê vê gotûbêjê bû. Bi ya min sebebe ku bi wê civîna paşî, buyera herdû Seîdan baş hate zanîn ka çîye, hindek kesên ku li zelalkirina meseleye nedigeriyan rihetsiz bûn. Lewra ew buyer buyereke wisa girane, şermezariyeke wisa mezine ku hindek kes dixwazin tim û daîm mijarê şolî bikin ku eyba wan neye dîtin.
Nuha kes nemaye, mame ez, hindek kes dixwazin binê bîrhatinên min vedin ka tiştek bi deste xwe naxin. Lê mafîle ye. Lewra nîyeta min ne fitne û tevlîhevîye. Cara yekemin ku min behsa vê meseleye kirîye, wisa bi hizir û bi bê terefî min anîye ziman ku dilmanî di navbera terefan da kûr nebî. Min gotîye:
“- Navbera Midûrê Hepsê û Kekê Seîd xweş bû, germ bû” Wê bo çî neyartî bikiran a? Hepsa me 4 sal beriya Cuntaya 12 yê Adarê ye, Hepsa me 12 sal beriya cuntaya Kenan Ewren e. Anayasaya 1961ê hê di merîyetê da, li heyatê ye. Wê demê tozek bêna Demokrasîyê ji Tirkiyayê tê. Heta piştî hepsa me, di 1971 ê da jî li Hepsa Urfî îdareyê ya Amedê da we dît û car caran em bîrhatinên hepse dixwînin ka tewr û hereketên wê deme çî qeder nermin û germin.
Mînakek ezim, ku min di binçavkırına (19-01-1968 heya 27.01.1968ê, 8 rojan di bin çavda ) li MİTa Amedê ifade neda. Li gor wê Anayasaya 1961ê ev yek mafê min bû ku ez dikariyam ifade nedime wan. Min vê helwesta xwe ya hukukî bi wan da pejirandin. Riayet kirin ji Anayasa xwe ra. Gava hun lêkolîner rojek bikaribin we Dosya PDKT peyda bikin hunê vê rastîyê bibinin ku min bi tene gotiye: “- Muş Otelinde yakalanan evraklar bana aittir, ifademi mahkemede vereceğim”. Min bo çî ewraqan li ser xwe pejirand? Ji ber ku min “ Bana” yê danî şuna “ şefik Issi” yê hevalê xwe. Min nehişt Şefiq xwe ji bo min feda bik e. Min xwe feda kir ku ew bi wê kalbûna xwe va eziyet nebînê. Ewan( MİTê ) nivisandibun “ bu evraklar Şefik Issiye aittir” Min gote wî merivê ku miswedeyê ani nişanî min da “ Şefik Issi” reş bike, reşkir, min jî di şuna navê Mamê Şefiq da “bana” nıfısand. Ewî memurî pişti bir daktilo kir ani min imza kir û min jê rica kir ku Mamê Şefik neşeyne mehkemeyê wî hema ji MİTê berde, ji min ra got: “ bawer bike ji deste min bihata mine lê berda ra, lewra ixtiyare, guneye.” Di wî zemanî da bi tene li Amedê “Kürtçülük masasîyek” hebû. Ev yeka ha, Şert û mercên beriya 53 salane, lê ji şertên roja me ya iro gelek dûr e. Ew şert, ew merc û ew mirovên wê deme çun.
Gelek caran ji welat jî dost. Nas û ji malbatên me dihatine ziyareta me. Mesela: Mehdî Zana û Canıp Yıldırım, gava hatine Antalyayê me ziyaret kirin , em weka ku bi mêvanê xwe ra li odeyeke ku nöbetçi jî li dor û ber tinebûn bi sietan li ba hev runiştin. Av. Tehsin Ekincî disa hate hepse – ji ber kû şikir hê saxe dibêjim – Em li idareye li wê odeyê runiştin, Dr.Şivan piştî duruşma 27.09.1968ê hate ziyareta me, em 5 kesên ku mabûne girtî, çun li wê odeyê runiştin, min çend caran dubare kirîye ku wê rojê Dr. Şivan weka bijîjkek yek bi yek pirsa tendurustiya me kir, dermanan da me. Mamê Şefik ra bi Zazakî jitexilî, wî muayene kir. Em 5 kes mabûne girtî. 6 hevalên me di wê rojê da hatine berdan. Piştî wê rojê ku em heya 25ê Sibata 1969 yê da li Hepsê man, her car hevdîtinên Dr. Şivan û Seîd Elçî li wê Odeyê li dar diketan. Belkî ku sebebe nêzîkayîya Midur ne tene ew bû ku Sêwasî ango Umranli bî, miheqeq kemalistêkê hişk bû, û ji sedê sed Elewî bû, ma ne mimkine ku wê dostanîyê Dr. Şivan dabî germ kirin? Nayê bîra we ku wê deme kêmkes xwedan otomobil û pere û karyeran bûn û di delavê iqnakirinê da kes di ser wî da tinebûn
400 girtiyên EDLİ di wê Hepsê da bûn. Em 11 kes li 4 qawişan hatibune bicihkirin, bi girtin û berdana wan EDLİYAN dikarim bibejim bi hezar girtiyan ra em rûbe rû bûn, rojek ji rojan, min nedit ku yek ji wan mehkuman biruyên xwe ji me biqermiçîn ê. Gava ku em derdiketane Hawalandırmayê – siet sibê li 06 ê deriye qawişan vedıbû heya hêvarê siet 18.00 yê – em di nav hevda bûn û herkes, qedrê me digirtan. İnsan bi hev germ bûn. Gırtiyan ji me dipirsiyan: “- hun bibine hukumet hunê efû derînin”. Me digota: “- Eger hukumet bikeve deste me emê bi bildizeran hepisxanan xira bikin”.
Mezinên malbatan, eşiran, rêxistinan divê neyêne şikênandin. Seîd Elçî Lumumbayê Kurdistanê bû, ew heyecana wî, ew feraset û belağeta wî dikarîya millete Kurd di riyeke rewadar da rake piyan. Ew kesên ku tiştên laîqên xwe bi alê wî va bidin, xwe ji Xwedê dikin, bê rêzîyê dikin û bêbextîyê dikin. Bêbextî ne tiştêkê baş e. Vî baş bizanin neyartî û nevanîya welatparêzan tû feydeyê nedane kesî.
Gelo mehkum bi xwe ango bi ebûqatên xwe naçın li dosya xwe meze nakın ka di dosyayê da çî heye çî tüne ye? Muhasibêkê weka wî ( Seîd Elçî ) şareza ku di dosya wî da dinivsanda ew kes Muhasebeciye, ma ne mimkine ku Midûr jê rica bike qeyd û quyudên muhaseba wan rast bik e. Baş Savci 3 sal li Bedlisê Sawciti kırıbû. Seîd Elçî digota sawci tê hepse ji min ra eva çend carin dibêjê “- Behsa partiye nekin, bejin me hay ji tişteke waha nîne, emê we berdin. “ Seîd Elçî wê çî jêra bibêjê.? “- sawci beg ev daweyeke şexsî nîne, daw û doza millete ke, em ji dawa xwe venabin. Eger temenê me têrê neke wê keç û kurên me vê dozê bimeşînin.” …
Xurandına vê buyerê tiştêkê qenc li peyî xwe naynê. Evê buyerê ne 50 sal, belkê 100 salan dawa millete kurd bi paş xist. Lê bigerin yekîtî û yekrêzîyê di nava welatparêzanda cîbecî bikin, barê me grane, ev şol ne şolê fesadan û şeytanan e. Şolê qencan e. Bi nîyetêkê paqij, bi qencî divê herkes xwe bide alê qencîyê, yekrêzî û tifaqeke raste durust.
Ez 84 salî me. Çend sal wê jiyana min bidomînê ne ez ne jî kes dizanê. Baş dizanim ku ji van gotinên minen rast, ji ber şahdeyiya mina li ser heqîqetê Bekoyên Ewanên ku belkî di nava me da ne Kurdbin jî, gelek ji min acızın. Bila dile xwe xweş nekin. Ez bimirim jî, min tiştêkê veşartî nehiştîye û wê neslên taze di vî delavî da bighêjine rastî yê. Her dem xirabîya xiraban ji wana ra dimîn ê. Bi hîvîya qencîyê. Selam û rêz. 11.07.2021 – Ankara ( 1 )
Şakir Epözdemir
Damezranêrê PDKT yê sala 1965ê.
…
TÊBİNÎ:
( 1 )- Ma ne ecêbe ku piştî Damezrandina Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê 56 salan, di eynî rojê da ku ew roj jî Lehd bû, Bazar bû û weka îro Yekşem bû. Gelo ev ne xweliseriyeke bo me hemiyan ku em hêja jî nikarin tişteke li ber çavan teşxis bikin û dawî li kerametan bînin.
Ez vê roja ku 5 heb cangoriyan li bajarê Amedê bi hevra rûniştin, sond xwarin û PDKT bi program û Nizamnameya Kurdî li ser esasê rizgariya Kurd û Kurdistanê hate avakirin. Ez vê roja dirokî li hemî Kurd û Kurdistaniyan pîroz dikim û dixwazim hemî kes û rêxistinên millî yekrêz bibin û li ser xeta welatparêzîyê bi fedekarî xwe bidine bine barê Kurdistan ê. Bila berîya hertiştî ew kesên bi rêbaza Faik Bucak û Seîd Elçîva girêdayîne û xwe nêzîkê vê rêbazê dibinin, bila yekrêz bibin ku bikaribin yekîtîya Kurdistaniyên welatparêz bimezrînin. Li gel rêz. 11.07.2021 – Ankara