PolîtîkRojev

PKK leşkergehekî nû ji bo zarokên revandine vedike

Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) metirsiyekî mezin ji bo wan zarokan ava dike ku revandine û leşkergehekî nû ji bo wan vedike û ji bo armancên xwe yên leşkerî dê wan bikarbîne.

Li gor wan zanyariyên BasNewsê bidest xistine, vê dawiyê çekdarên PKKê binkeyekî nû ji bo zarokan bike leşker li navçeya Dêrîk a rojhilatê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ava kiriye.

PKK bi rêye baskê xwe yê bi navê ‘’Ciwanên Şoreşger’’ li Rojavayê Kurdistanê zarokan direvîne û wan bi zorê dike leşker. Di heman demê de ew zarokê ku ji aliyê kesên ser bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ve tên revandin jî ku ew jî baskê PKKê yê Şingalê ye û ji aliyê Heşdî Şeibî ve piştevaniya leşkerî û darayî ji wan re tê kirin, di wê binkeyî de tên perwerde kirin.

Li gor zanyariyên çavdêran, PKK fêrgeh û leşkergehekî perwerdê bo zarokan li gundê Tel Muazin a li navçeya Amûdê vekiriye. Herwaha leşkergeha Kibka ya nêzîk gund û warên başûrê Qamişlo û leşkergehekî din jî li Tel Rifet a gund û warê bakurê Helebê ye û leşkergehek jî li Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ye. herwaha leşkergehek din li Kobanê ye ji bo perwerde û çekdar kirina zarokan hatiye vekirin. Ev leşkergeh û fêrgehên nepenî, heta naha nehatine aşkera kirin û heryek ji wan leşkergehan û binkeyên leşkerî de bi sedan zarok tên rahênan kirin.

Vê derbarê de çalakvanê siyasî û rojnamevan Ruhat Mihemed ji BasNewsê re ragehand û pêwîst dizane ku ew zarokane li leşkergehên PKKê yên li Şingal û Rojavayê Kurdistanê bên rizgar kirin û dibêje: ‘’Çarenivîsa wan zarokan li metirsiyekî cîdî de ye. ji ber mêjiyên wan dişon û fêrî rik û kînê tên kirin, ku ji bo hizrên xwe bikarbînin.’’

Herwaha li gor wî pêwîste ew zarokane di polên xwandinê de bin û bixwînin. Ne ku bixin nav çekdaran û ji bo hizrên partiya xwe bikarbînin.

Li gor gotinên wî çalakvanî, PKK û partiyên dûvikên wê bi hezaran zarokên ku ji herdu zayendan revandin û ew şandine ji bo Qendîl, Şingal û leşkergehên din ên bin desthilata wan de. ‘’Heta naha bi sedan ji wan zarokan di şer û pevçûnan de hatine kuştin.’’

Li gor zanyariyên wî çalakvanî PKK derveyî aliyê leşkerî, wek rejîma Sûriyê, wan zarokan di warê siyasî de û xwepêşandan de jî bikartîne.

Li gor raportekî vê dawiyê ya wezareta derve ya Amerîkayê PKK û partiyên bi wê ve girêdayî berdewamin di çekdar kirina zarokan de û wan di şer de bikartînin û bi taybet jî li zincîre çiyayên Qendîlê.

Wezareta derve ya Amerîkayê di raportekî de dibêje: ‘’PKKê bi sedan zarok li Şingalê çekdar kirine û wek şerker ew xistine nav Yekîneyên Berxwedana Şingalê de, ku ew jî baskê ser bi PKKê yê li Şingalê ye û piştre jî ew zarok şandine Qendîlê, ku şer li gel artêşa Tirkiyê bikin.’’

Li gor wê raporta wezareta derve ya Amerîkayê, YPG baskekî PKKê ye û berdewame di çekdar kirina keç û xortan de. Herwaha dibêje ku hin ji wan zarokên hatine çekdar kirin temenê wan jêr 12 salî ye.

Bi salane PKKê qada tekoşîna xwe vala kiriye û navçeyên sînorê herêma Kurdistanê dagirkiriye. Herwaha baskên wê dest danîne ser rojavayê Kurdistan û Şingal û gelek navçeyên din de û amade nînin dest ji wan deveran berdan.

Basnews

Back to top button