CivakRojev

Berpirsên PYD li himber pirsa bê dengin..

Televîzyoneka Amerîkî raportek li ser kuştina hovane ya xortê Rojava Emîn Îsa ji aliyê asayişa PYDê ve belav kir.

Kuştina xortê Rojavayî, Emîn Îsa ji aliyê asayişa PYDê ve dengek mezin di nav kurdan û medyaya kurdî û navdewletî ve vedaye.

Televîzyona Amerîkî ya El Hurre ku bi zimanê erebî weşanê dike, raportek li ser kuştina hovane ya wî xortê kurd ji aliyê asayişa PYDê ve belav kir û ragihand, wê tawanê Rojavayê Kurdistanê hejandiye.

Di raporta El Hurre de hatiye gotin ku kuştina Emîn Îsa tawaneka hovane ye. Lê wê kanala televîzyonî nekariye wêneyên termê wî xortî belav bike ji ber ku di bin îşkenceyeka giran de canê xwe ji dest daye û hemû laşê wî birîn û xwîn bûye.

El Hurre daye zanîn, hewl daye ji berpirsên PYDê agahiyan li ser kuştina wî xortê kurd werbigire lê wan berpirsan nexwastine tiştekî bêjin. Yek ji wan kesên ku nexwastiye tiştekî bêje, hevserokê desteya navxwe ya rêveberiya xweser ya PYDê (wezîrê navxwe) Kenan Berekat e.

Back to top button