PolîtîkVîdeo

Berbijêrên PDKê yên Serokê Herêmê û Serokwezîriyê

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) berbijêrên xwe ji bo postên Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo çar salên bê diyar kir.

Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDKê, Nêçîrvan Barzanî ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo Serokwezîriya Herêma Kurdistanê hatin berbijêrkirin.

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed piştî civîna Encûmena Serkirdetiya PDKê di civîneke çapemeniyê de naveroka civînê eşkere kir û ragihand: “Bi biryara Encûmena Serkirdetiya PDKê, Nêçîrvan Barzanî ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî ji bo posta Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hatin berbijêrkirin.”

 

Nêçîrvan Îdrîs Mistefa Barzanî

 21ê Îlona 1966an li Barzan ji dayîk bûye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê ye

Sala 1975an li gel malbata xwe koçberî Îranê bûn

Li Zanîngeha Tehranê Beşa Zanistên Siyasî qedandiye

Sala 1989an bûye endamê Polîtburoya PDKê

Sala 1996an bûye Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Sala 1999an bûye serokwezîr (kabîneya çarem)

Sala 2011ê bo 2013 careke din bûye serokwezîr

Sala 2013an careke din postê serokwezîriyê wergirtiye heta 2018an

Niha berbijêrê PDKê ye ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê

 

Mesrûr Mesûd Mistefa Barzanî

Sala 1969an ji dayîk bûye

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye

Sala 1985an bûye Pêşmerge

Xwendina amadeyî li Îranê temam kiriye

Li Zanîngeha Washingtonê di siyaseta navdewletî de bawernameya lîsansê bidest xistiye

Sala 2005an Rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî damezrandiye

Sala 2010ê bûye endamê Polîtburoya PDKê

Sala 2012yan bûye Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê

Bi zimanên Fransî, Erebî û Îngilîzî dizane

Niha berbijêrê PDKê ye ji bo postê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê (kabîneya nehem)

 

https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/580943192352005/

Back to top button