Polîtîk

Bêparbûna kurdan ji dengdanê

Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê li dor bêparbûna kurdan li derveyî welatî ji mafê dengdanê di daxuyaniyekê de got ku ew li hemebr bêparbûna hijmareke mezin ji kurdên derveyî welatî ji mafê dengdanê nerehetin.

Hisên got:

– Me gelek pê nxweş bû ku ew arîşe ji dengderên kurd yê li deveyî welatî re çêbû, me gelek mihawile kir ku wê piroblemê bi komsyona bala a hilbijartinan re çareser bikin.

– Hemû îraqiyan kurd be yan ji her neteweyeke din be mafê dengdanê heye, ji berhindê em li dijî hindê nek u hevwelatî ji mafê dengdanê bêpar bibin.

– Heta nuha em bi durstî nizanin sedemê bpparbûna kurdan ji mafê denhgdan li derveyî welêt çiye. Agahiyê cihê ji mer e hatine.

Weke tê zanîn roja înî pêncê adarê heta roja yekşemiyê heftê adarê li 16 welatan kurdan û îraqiyan dengê xwe ji bo parlamentoya Îraqê da. Lê li gelek welatan bi taybetî li Berîtaniya, Swêd û Holendayê hijmareke mezin ji kurdan nekarîn dengê xwe bidin û zehmetî jê re hatin çêkirin

Back to top button