Civak

Konseya erebî, Swêd û Norvêjê dengdan nirxand

Şandeyeke komkara dewletên erebî ku, ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên parlamentoya Îraqê hatbûn herêma Kurdistanê, serdana fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin.

Şandeya komkara dewletên rerebî ku, ji 12 kesan pêkhat bû, got ku wan weke pênc tîm li wîleyatên Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Kerkûk û Mûsilê beşdarî di çavdêrîkirina pirosesa dengdanê kir û li gor şandeya nabvorî dengdan li wan wîlayetan bi serfetî û bê arîşe timam bû.
Herwesa şandeya navborî got ku hijmareke hevwelatiyên kurd ji navên wan di lîsteyan de nebûn û ji mafê dengdanê hatin bê par kirin.
Felah Mistefa sipasiya şandeya komkara dewletên erebî kir ku beşdarî di çabdêrîkirina hilbijartinên parlamentoya Îraqê kirî û got ku beşdariya wan ji bo encamdana hilbijartinên azad û şefaf û misogerkirina baweriya civaka navdewletî pêştevaniyê.

Mistfa got ku pêwîste bi zîtrûn dem hikûmeta Îraqê serjimêriyê li sertaserî Îraqê bike daku êdî kes ji mafê dengdanê di paşerjêde bê par nebe.

Herwesa Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke welatê Norvêjê û welatê Swêdê ku, ew jî ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên parlamentoya Îraqê hatbûn herêma Kurdistanê, kir.

Çavdêrên swêdî û norvljî jî pirosesa dengdanê li herêma Kurdistanê bilind nirxan û got ku dengdan li herêma Kurdistanê di atmosferekî azad û aram de birêv çû.

Mistefa sipasiya şandeya swêdî û nirvêjî kir ku beşdarî di çavdêrîkirina hilbijartinên Îraqê de kir û got ku ew teqdîra xebatên Yekêtiya Eropayê dike di piştevanîkirina pirpsesa demkrasî li Îraqa federe.

Back to top button