Nivîsar

Belgeyên li ser Kurdan hatibûn windakirin

Li derengiya şevê, dema ez li Facebooka xwe digeriyan, nivîseke bi tîpên erebî bala min kişand. Min dît ku kurdekî xwedanxêr ew belge li Facebookê belav kiriye. Dema min ew lîng tikand, belgeyekî pir girîng derket holê, piştî xwendinê dema min li dengê videoyê guhdarî kir, gelek tiştên balkêş hatin bihîztin.

Di belgeyê de ji bo înkara Kurd û Kurdistanê, nijadperestên Tirkiyê gotinên Ataturkê xwe jî sansor kirine.

Nivîskar û mêjûnasê navdar Mistefa Armagan bi lêkolîna xwe belgeyekî pir balkêş bi dest xistiye û derxistiye holê ku Tirkên Nijadperest gotinên Ataturk jî sansor kirine.
Mêjûnasê mêrxas di banda videoya xwe de ew peyvên Mistefa Kemal ên derheq Kurdan de ku li Kongreya Erzeromê kiribûn û piştre jî ku nijadperestên Tirkiyê ew gotin sansor kiribûn eşkere kirine û gotiye: ”Bi salan e biratiya Kurd û Tirk hatiye veşartin.”

Herweha mêjûnas MIstefa dibêje ku ew rojnameya bi navê IRADEYÊ MILLIYE ku li Sêwasê dihate weşandin û pênc xalên peymanê weşandine, di tercûme û tîpguhaztina wan de, du xalên ku li ser biratiya Kurd û Tirk jî, hatine guhartin.

Hatiye eşkerekirin ku xala di protokola Amasyayê de, axaftina Mistefa Kemal a di Kongreya Erzeromê de jî ku hatiye kirin, hatine sansorkirin.
Di protoka Amasyayê de xala ku ”Kurd wê xwe berfirehtir bikin û pêşiya wan bête vekirin, ev e bi salan e hatiye veşartin” û derheq têlgirafa Mistefa Kemal û Siltan Wehdedîn de jî dibêje ku ”Têlgirafa orîjînal hatiye veşartin, di wergera wê de jî gelek peyvên têlgirafê hatine guhartin.”

Ev agahdarîyên li jorê, pêşî li televizyona Kanal Ayê, li bernameya ” Siyaset Masası”yê, ya Bedredîn Ugur hatiye weşandin û piştre jî wek nivîs li malpera ROTAHABER/OZELê hatiye weşandin.

De îcar binerin, nijadperestên Tirk, ji bo tunekirna Neteweyê Kurd bapîrê xwe Ataturk jî sansor kirine û ev e 90 sal in belgeyên orîjînal jî veşartine.

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button