Polîtîk

Pasaporta Iraqî xeraptirîn pasaporta cîhanê ye

Li rapirsiyek de ku saziya “Henley & Partiners, belavkiriye, wan 10 welatan destnîşankiriye ku li sala 2013 xeraptirîn pasaporta wan heye û li rûyê muamelata hatin û çûnê de zêdetirîn pirsgirêk rastî wan dibê û her wiha ji aliyê Balyozxaneyên welatan bi zehmetî vîze didin wan. Li gor vê encama rapirsiyê Afganistan bi pileya yekem tê û piştî wê jî pasaporta Iraqî û ewên din jî ji van welatan pêkhatiye: Somalî, Pakîstan, desthilata Filistîn, Ertiriya, Nepal, Sudan, Sirîlanka û Lubnan.

Li gor vê saziyê çend belge nameyek derxistiye ku pasaporta van welatan li astekî nizimdane û karkirina wan ya hatin û çûnê ne hêsane û gelek zehmete. Welatên navhatî pir kêşene û nikarin baweriyê bi belganameyên wan bikin û bi taybetî jî pasaport.

Back to top button