Hevpeyvîn

Bejan Matur: Îsal Tirs Ketiye Dilê Min!

 ‘’Bahoz bû, sar bû, baran bu, berf bû, tu nediwestiyayî, ji Bakur çûyî Başûr, ji Rojhilat çuyî Rojava; nizanim tu li çi digeriyayî. Nizanim tu evdalek bûyî an gerokek! Tu şemitî, hatî ber deriyê welatên şervanên Hetitê. Te hemû stran û lorînên xwe yên kevn şewitandin. Tu ne diçuyî qesran, ne jî mizgeftan, lê li ber qebran te mîna lawên pîroz lorand, biskên xwe rûçikandin. Bi helbestan re hestirên min meşiyan. Nizanim te êşên dîrokê çiqas derman kirin, lê ku te hîn êşên xwe aşt nekirine, yek ez, yek jî jinên Hetitê karîn têbighîjin.‘‘

Bejan Matur berî demekê li Almanya helbestên xwe dixwendin. Matur hiqûq xwendiye û rêvebera Weqfa Huner û Çanda Amedê ye.
Tu xwe wek helbestwaneke kurd dihesîbînî?

Ez kurd im, lê bi tirkî dinivsînim. Ez nikarim bêjim ez helbestvaneke kurd im, lê ne jî helbestvaneke tirk im.

Tu ji Maraşê yî, tekiliyên te hîn bi bajarê te re berdewam dikin?

Erê, dayîk û bavê min li Mereşê ne. Ez jî hertim diçim.
Di helbestên te de gelek xemgînî heye. Mirov dikare bêje tu helbestvana xemgîniyê yî?

Ji xwe ji kêfê helbest dernakeve, helbest ji dilşewatî û xemgîniyê derdikevin. Ji ber ku çîroka mirovan li ser cihanê çîrokekî bi xemgîn e, mirov ji ber ku ji mirovbûyîna xwe veqetiyaye, helbest jî li van tiştan digere.

Gîyaye te çawa û bi çi hatiye şêwandin? Ew lorînên te ew gotinên te…

Min qala wêje û çanda devkî kir. Bi taybet jî nirxandina zimanê di nava jinan de. Mirov bi zimanê dayîke mezin dibe. Ez jî bi zimanê kurdî mezin bûm. Her zimanek melodiyekî xwe heye. Ziman ne bes rêzik û peyv in, ziman hîsek e û tê transferkirin.
Yanî tu lorînan dibêjî?

Erê, formekî lorandinê ye.

Hînek helbestvan hene, weke Mayakowskî, Şerko Bêkes, gava helbestên xwe dixwînin, pê re digirîn. Tu jî car caran digirî?

Ez jî gelek kelgirî dibim, lê ez nebêjim girî.

Ne pirsek baş e, lê belê dîsa ji dilê min nayê ber min. Gelek helbestvan wek Mayakowskî, Soysal Ekinci, Hemingway herçiqas ne helbestvan bin Wirginia Wolf xwe vidarxistin. Çima di nava helbestvanan de ev zêde ye? Ew nikarin civakê bi vî halî qebûl bikin, yan jî?

Hîsên helbestan li sinorên extrêm digerin. Nivîsa helbestvanan ne aleta vegotina hîsan e, berovajî aleta je revîne ye.

Tu helbest û wejêya kurdî çiqas nas dikî? Bandora kesên wek Cigerxwîn li ser te heye?

Mixabin ez nikarim bi kurdî bixwînim, lewma bandora wan li ser min nîne, lê ya mûzîkê heye…

Bandora helbestvanên tirk?

Na na, kesek ku ez bêjim ew mamosteyê min e, tune. Helbestvanên ku ez nêzîkî xwe dibînim hene, mina Cemal Sürreya, Ismet Özel.

Bi pirranî kîjan helbestvanan dixwînî?

Murathan Mungan.

Li Tirkiyeyê roman û helbest pirr tên xwendin?

Tê gotin ku roman pirr tê nivîsandin, lê helbest zedetir tê nivisandin. Eger hûn li hemberî hev bigirin, înflasyonek heye.

Pirtûkên te çiqas tên xwendin?

Pirtûkên min li gor ên din baş tên xwendin. Heta niha 5 pirtûkên min hatine çapkirin û a 6’ê di sala nû de wê bê çapkirin. Min a 7’em jî nivîsandiye.

Tu gelek metaforan bi kar tînî. Tu xwe nezîkî kîjan ekolê dibînî?

Bawerîya min bi ekolan nîne. Ji bo min kûrbûna gotinê girîng e. Gere bi carekê ve neyê fahmkrin. Eger gira gotinê bi carekî vebibe, ew ne helbestekî baş e. Wê demê helbest sist e, ne kûr e.

Nerîna civaka hunermendan li ser te çawa ye? Mînak, me dit çî anîn serê Orhan Pamuk…

Nivîskarên baş, helbestvanên baş li Tirkiyeyê tên qewrandin. Lê ez dikarim bêjim qedra min hatiye girtin û mafê helbestên min jî hatiye dayîn. Xwendevanên min dilsoz in. Ti pirsgirekên min di vî alî de tune. Civaka hunrmendan durê min e. Ez qet neketim nav û naxwazim jî. Hesûdî pirr e. Lê belê ev hemû diçin, lê helbest dimînin. Ya girîng qedirgirtina mirovên ku hûn jê hezdikin e. Ez jî fêrî wan bûm.

Tu di rojnameyeke Musulman de dinîvisînî. Tu dikarî bêji ku keveneşopiya lîberal pejirandine, texamûla cudahiyan di nav entelektuelên Musulman de rûniştiye?

Ez bawer dikim êre. Lê binêrin ez li gel wan dinivisînim. Bi rastî bingeha Zaman û xwendekarên wan konservatîv in.

Li te jî wek Rojînê qet rê hatin girtin?

Mirov hene pêşeng in. Sînoran fireh dikin. Ez bi serê xwe me û xwe di nava siyaseta A, B an jî C de nabînim. Ew bi xwesteka min a serxwebûnê ve girêdayî ye. Nivîskarên Zamanê lîberal in, lê rêya Zamanê konservatîv e. Lê dîsa jî xwediyê texamûlê ne. Li vir berê Ethem Mahçupyan, Şahin Alpay û Hrant Dink dinivîsandin. Yanî  platformek entelektuel heye. Ez berxwedaneke mezin li Zamanê dibînim.

Lê çapemeniya çep?

Erê ew girtî ne û bi hêrs in.

Hînekî jî li ser siyasetê em biaxifin. AKP di vekirina xwe di ciddî ye, yan na?

AKP partiyeke gelek pragmatîk e; yanî siyasetmedarên wan ji bazirganiyê tên, ji ber vê dizanin kîjan mal bi çi awayî tê firotin. Pirr zû fahm dikin û angorî hesabê xwe zû digrin. Di siyaseta Tirkiyeyê de bi xwe re dînamîzmek anîn. Li hemberê artêş û kemalizmê derketin. Lê ew ne xwediyê îdeolojiyekê ne, gelek pragmatîk in. Armancên mezin dane ber xwe. Lê bi çareserkirina pirsgirêka kurd şansê wan jî nîne. Her kîjan hizb tê bila bê, eger vê pirsgirêkê çareser neke, têk diçe. AKP  ji bo vekirinê israr dike û xetereka mezin dide ser milên xwe. Bi rastî jî ne mecbûr in, lê ew baş dizanin ji bo berjewendiyê pêwîst e.

Te gava din qala pirên di nava çand û gelan de kir. Xebatên rewşenbîr û hunermendên li Tirkiyeyê têrî vê dike?

Guherandin xebatek zehmet e. Kesên ku xwe ji bo wan tiştan amade dikin pirr zû tên naletkirin. Tirkiye civaka cemaatê ye. Herkes di cemaata xwe de dimîne. Piştî ku min li Zamanê dest bi nivîsandinê kir, min dît ku em hevdu nas nakin. Em wan, ew me nas nakin, di navberê de planet hene; mînak Sunni û Alevi…. Gava ku em bi tiştekî digirin, em bawer dikin ku ev her tişt e.

Bûyerên li İzmîrê te ditirsînin?

Ez 25 sal in li rojavayê Tirkiyeyê, li Enqere û Stenbolê dijîm, lê îsal tirs ketiye dilê min. Stenbol kozmopolît e, lê disa jî di taksiyan û di kolonan de hûn vê tirsê hîs dikin. Min di Zamanê de nivîsî: Li Tirkiyeyê xirabî ne tiştekî kûr e. Herçiqas hinek bixwazin jî, ev lîstik nameşin. Baweriya min bi vijdanê vî welatî heye. 40 xezar kes mirin, dîsa jî birakujî di nav gelan de derneket, ez bawer dikim emê ji vê tengasiyê jî derkevin. Ew bûyerên ku niha li rojhilata Tirkiyeyê dibin, bi salan eşkere nedibûn. Medyayê gelek manîpûle dikir, binêrin Dêrsim îro tê şîrovekirin!

Baş e, tu dikarî bêjî rewşenbîrên tirk hestên kurdan hîs dikin?

Li gor fikra min êre. Rojnameyek wek Tarafê heye, lê disa jî baweriya min li ser vijdanê gel heye.

Te got tu diçî Kurdistanê, li wir piştî van êrişan helwesta mirovan çawa ye?

Mirov li wir rehet in. Wan şer û siyaset bi germî li wir dîtin. Ev tişt ji wan re ne nû ne. Lê xeter li rojavayê Tirkiyeyê ye, ji ber ku rojava, wek herema Marmara, Deryaya Navîn û Behra Reş heterojen e. MHP û CHP jî her dicing û agir gur dikin. Li gor dîtîna min, di bin şerê kesatiyê de, şerê berjewendiyê tê kirin. Eger Tirkiye peşve biçe û ji pastayê her kes bixwe, şer sar dibe.

Birêz Matur mesaja te ya dawiyê?

Bila herkes helbestan bixwînin, helbest wê mirovan bipêrezin.

 

 

Rûdaw

Back to top button