Dadgeha Swêdê berpirsê Kurdistanpostê mahkum kir
Berpirsê malperê ê 50 000 kron tevlî faîza wê ya ji roja weşana nûçeyê (9.05.2005) heta nuha wek tazmînat bide. Ew ê her wiha hemû mesrefên xwediyê dozê û awukatên wî jî bide ku dike 152 500 kron.
Dadgeha Swêdê doh (19-ê mehê) li ser dozeka balkêş a li hember berpirsê malpereka kurdî ya bi navê Kurdistanpost ku ji bal kurdekî rûniştiyê Fransayê gilî lê hatibû kirin, biryara mehkûmiyetê da. Sedem jî ew bû ku Kurdistanpostê agahiyên şaş ên bêbingeh di heqê kurdê rûniştiyê Faransayê de belav kirine, bi vî awayî, heqaret lê kiriye, ew li ber çavê xelkê reş kiriye û jiyana wî û yên kesên malbata wî xistine xeterê.
Berpirsê malperê ê 50 000 kron tevlî faîza wê ya ji roja weşana nûçeyê (9.05.2005) heta nuha wek tazmînat bide. Ew ê her wiha hemû mesrefên xwediyê dozê û awukatên wî jî bide ku dike 152 500 kron. Faîza wê jî ê bê serê. Kurdistanpost ê biryara dadgehê jî mecbûr biweşîne.
Li gor prosesa dadgehê, di 9-ê gulana 2005-ê de malpera Kurdistanpostê (malpereka bi soranî ye, ciyê îdareya wê Swêd e, bi zimanê xwe yê tûj navdar e) ku berpirsê wê kurdekî bi navê Alan Jamal Merdini ye, nivîsarek li ser berpirsê KDP-Îranê ê Ewropayê Michel Hossein belavkir, li gor Hussein ew nivîsar bi tuhmetên bêbingeh dagirtî bûn, wî wek kesekî di jiyana xwe de tawanbar, alkolîk, narkoman, kesekî ku li pey fahîşeyan e, rişwetxur û komplosaz, nexweş û dîn e, xwedan ruhekî zeîf e û li pişt erîşên terorî yên li Ewropayê ye, hevalên xwe yên partiyê îxbar dike dide nasîn. Michel Husseyîn li dadgehê gilî kir ku Kurdistanpostê bi vî awayî agahiyên bêbingeh di heqê wî de belavkirine, şexsiyeta wî piçûk kiriye, ew li ber çavê raya giştî reş kiriye, jiyana wî û yên merivên malbata wî xistine bin xeterê.
Di dadgehê de Alan Jamal Merdini îdîa kir ku wî meqale nenivîsiye, lê ji malpereka din lînk kiriye û agahiyek nûçeyî daye. Kurdistan Postê li gor esas û islûba rojnamvaniya kurdistanî bi islûbeka normal (ku belkî li Swêdê nenormal be) ew agahî belav kiriye, kesê ku agahî li serê hatiye dayin kesekî siyasî yê naskirî ye loma jî maqûl e ku li ser wî agahiyên berfireh bên dayin.
Dadgehê daxwaz ji Alan Merdini kir ku îdîayên xwe belge bike ka bingehên wan çi ne, lê li gor dadgehê wî tu belge pêşkêş nekirine. Li ser vê, dadgehê Alan Jamal mehkûm kir û eşkere kir ku eger nivîsar ne rasterast di Kurdistanpostê de cîh girtibe û bi lînkekê hetibe nîşandan jî ferq nake, Kurdistanpostê agahiyên bêbingeh ên derew belav kirine.
Biryara dadgeha Swêdê a mehkûmkirina berpirsê Kurdistanpostê biryareka dîrokî ya giring e û îhtîmaleka mezin yekemîn biryar e li hember malperên kurdî di dozekê de ku heqaret li kesekî kiriye, agahiyên bêbingeh di heqê wî de belav kirine. Biryar bi wî awayî giring e; li welatekî wekî Swêdê ku bi her awayî azadiya çapemeniyê heye lê hidûdê vê li hemberî maf û azadiyên şexsan, destlênederiya jiyana şexsî diyarkirî ne.
Pirsa hidûdnenasiya çapemeniya kurd gelek berbelav e ku ew di mesela mafê mirovan, yên gelan, yên jinan de ne hesas in, bêbelge û hesasiyet nuçeyan belav dikin, gelek caran di hukumdayina xwe de ewqas bêperwa dibin ku bê biryara dadgehan kesan tawanbar dikin, tecawuzê warê dadweriyê dikin, xwe dixin şûna dadgehan.
Piştî vê biryara dadgehê mafê terefan heye ku li dadgeheka bilindtir îtîraz bikin.
(Netkurd)