Cîhan

Behra sipî germ dibe

Tirsa ku rejima Suriye çekên kîmyawî kar bîne gelek bûye.

Ji bo vê yekê Tirkiye saroxên patriot li sinor cih dike, herweha Emerîka gemiya cengî ya bi nave  “USS Dwight Eisenhower” jî nezikî Suriye amade kiriye û ji bo midexaleyekî pêwîsr amade ye.

Piştî vê Fransa jî gemiyek cengîya bi nave Charles de Gaulle rêkir herêmê û ew jî xwe ji bo midaxeleyekî amade dike.

Wezîrê bergiriya Fransayê Jean Yves le Darian da xuyakirin ku gemiyên cengî “USS Dwight Eisenhower” û”Charles de Gaulle” ji bo metirsiya ku rejima Suriye çekên kîmyawî karbine amadene.

Herweha wezîrê Fransî got: Em dizanin çekên kîmyawî yên Suriye li kûderêne. Ew ji aliyê hêzên Suriye ve niha di bin kontrolê de ne. Lê dema daxwaziya karanina van çekan bê rojevê, dê bersiva me gelekî dijwar be. Heyne wek din tu niyeta me tuneye ku em midaxeleyê Suriye bikin.

Back to top button