Civak
Bedena xwe da ber agir

Li Tirkiyê li bajarê Bursayê, ciwanekî 25 salî, bi sedema protestokirina tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan, agir berda bedena xwe.
Gorî nûçeya ANFê, duh êvarê (02.06.2012) li navçeya Bursayê Mudanyayê, ciwanekî 25 salî yê bi navê Mehmet Şerif Sakli, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan portesto bike, saet di derdorê 23.00an de agir berdaye bedena xwe. Piştî bûyerê Mehmet Şerif Sakli rakirine nexweşxana Zaningeha Uludagê. Li ser bedena Sakli, zêdetir şewat çê bûye û girtne emeliyatê.
Mehmet Şerif Sakli, li ser nifûsa navçeya Amedê Farqînê, gûndê Elmeyê qeyid kiriye.